HESEKÊ – Tevgera Ciwanên Şoreşger a Suriyê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser qadên gerîla biryara seferberiyê ragihand.
Biryara ku bi aliyê meclîsa Tevgera Ciwanên Şoreşger bi yek dengê hate girtin de hat diyarkirin ku Gerîllayê Azadiya Kurdistanê misogeriya serkeftin û azadiya Kurdistanê ye. Ciwanan bal kişand li ser hevkariya PDK’ê û diyarkirin ku “Em wek Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ji destpêka avabûna xwe heya niha xwe di parastina Şoreşa Rojava û tevahiya Kurdistanê de berpirsiyar dibînin û em liser vê zanebûnê her bûne xwedî rêxistinbûn, helwest û çalakiyan.”
Bi tevahî daxuyaniya Tevgera Ciwanên Şoreşger wiha ye:
Hêzên pêşeng yên emperyalîzma kurewî û hevkarên wî yên herêmê ji bo tasfiyekirina Tevgera Azadiya Kurdistanê û destkeftiyên wî, ji destpêkê heya roja îro dinav konseptên tasfiyegerî û kompolerde bûne. Ji bo îmha kirina Kûrd û Kurdistanê komplo dinav komplo de; êrîş dinav êrîşande bi awayek rojanekirî berdewam dikin.
Dewleta tirk a faşîst û qirker ku dijminê sondxwarî yê Kurd û Kudistanê ye, bi tevahiya hebûna xwe ve seferber bûye ku Gelê Kurd û axa Kurdistanê îmha bike. Faşîzma mala Berzanî jî bi heman dijminatiya li dijî Gelê Kurd û Kurdistanê dinava heman seferbertiyê de ye. Di hundurde rola xwînmijiyê pêktîne. Îro dîsa faşîzma qirker a dewleta tirk û PDK ya dijminê Kurd û Kurdistanê bi awayekî aktîf di dagirkirin û qirkirina Kurdistanê û tasfiye kirina Tevgera Azadiyê de hemî derfet û hêzên xwe bi hevre xistine tevgerê.
Dewleta tirk a faşîst û PDK ya ku rola kontra jê re hatiye dayîn, îro dîsa li Başûrê Kurdistanê di qadên parastina medya de êrîşê Gerîllayên Azadiya Kurdistanê dikin. Gerîllayên Azadiya Kurdistanê dîsajî bi îrade û ruhê fedayîtiya Apoger destan dinav destanan de dinivsîne. Îro Destana Zapê dîsa ji nûve tê nivîsandin. Artêşa faşîst a dewleta tirk û hêza kontra ya Pdk ê, li hember lêdanên Gerîlla tarûmar bûne.
Gerîllayê Azadiya Kurdistanê misogeriya serkeftin û azadiya Kurdistanê ye. Şoreşa Rojava jî berhemê berxwedan û têkoşîna Gerîllayê Azadiya Kurdistanê ye. jiber vê yekê hebûn û misogeriya Şoreşa Rojava jî Gerîllayê Azadiya Kurdistanê ye. Erkê parastina Kurdistanê ne tenê erkê gerîlla ye. Em wek tevgera Ciwanên Şoreşger û yekîtiya jinên ciwan ji destpêka avabûna xwe heya niha xwe di parastina Şoreşa Rojava û tevahiya Kurdistanê de berpirsiyar dibînin û em liser vê zanebûnê her bûne xwedî rêxistinbûn, helwest û çalakiyan. Em Îro jî bi heman ruhê serkeftinê di sala Azadiya Fîzîki a Rêber Apo de Bi şiyara ‘’ DI SALA SERKEFTINÊ DE WERİN CENGA AZADİYÊ’’ ve Seferberiya xwe ya Parastina Azadiya tevahî Kurdistanê carekedin radigihînin.
Em wek tevgera Ciwanên Şoreşger wek pîvanekî bingehîn a welatparêzî û şoreşgeriyê di ber her bostek axa Kurdistanê de seferberbûyînê wek erkê şoreşgerî û welatparêziyê dibînin û emê bi vê ruhê seferberiyê di parastina tevahiya Kurdistanê de erkên xwe pêkbînin. em axa kurdistanê axa şengalê û axa sûriyê ixaneta pdk û dagirkeriya faşizma tirk rizgar bikin
BI JÎ RÊBER APO
Bİ JÎ BERXWEDANA GERÎLLA
BIJÎ KURD Û KURDİSTANA AZAD
BIMRE İXANET Û HEVKARİYA PAŞVERÛ