NAVENDA NÛÇEYAN – Hêzên Rizgariya Efrînê bi daxuyaniyekê ve dîmenên çalakiya duh ya li Marê pêk anî bû par vekir.
Daxuyaniya HRÊ bi tevahî wiha ye:
Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên li hember heremê bênavber berdewam dike. Di wan êrişan de bi taybetî gelê me tê hedefgirtin. Li hember wan êrişên artêşa dagirker, hêzên me li Marê û Babê çalakiyên bibandor ya bersivdayinê lidarxistin.
Li roja 22ê Nîsanê, li bajaroka Marê ji aliyê hêzên me ve çalakiyek taybet hat lidarxistin. Di vê çalakiyê de seyareya zirxî ya cureya kirpi hat hedef girtin. Di encama vê çalakiyê de bi giştî 10 polîsên taybet (PÖH) hatin kuştin, 6 jî hatin brîndar kirin. Herwiha kirpi hat ruxandin.
Li heman rojê, li Babê jî çalakiyek hat lidar xistin. Di encama vê çalakiyê de jî çeteyek girêdayî artêşa Tirk hat kuştin. Herwiha seyareyek cureya jîp hat ruxandin.
Hêzên Rizgariya Efrînê