NAVENDA NÛÇEYAN –
Aslan Aslan Nivîsand
Dijminatiya ku dewleta Tirk li Kurdan dike tê zanîn. Gelek kes vê dijminatiyê dizanin û li gorî wê hesabê xwe dikin. Lê dijminatiya ku PDK li Kurdan dike nayê fêmkirin. Ji roja ku tevgerên Kurd derketine heta niha PDK bûye kelemek li pêşiya wan û nehiştiye bighêjin hedefa xwe. Ev yek li rojhilat, bakur û başûrê Kurdistanê bi awayekî berbiçav xuya dike. Çi tevgereke Kurd û Kurdistanî hebe li dijî wan şer kiriye. Tevî ku yek ji partiyên kevin a Kurdan e jî li gorî rol û rista xwe tevnegeriya.
Piştî ku PKK hat avakirin û şûnde dewleta Tirk dest bi şerekî qirêj kir. Di vî şerê qirêj de jî cih da PDK’ê. Tevî ku di navbera PDK û PKK’ê de peyman jî hebûn PDK’ê ew dan aliyekî. Ji bo berjewendiyên dewleta Tirk tevgeriya. Di sala 1983’an de PDK û PKK’ê peymanek çêkirin û di wê peymanê de biryar dabûn ku li dijî dagirkeran şer bikin û Kurdistanê biparêzin. Lê piştî demeke kurt PDK’ê xwe ji wê peymanê vekişand.
Dewleta Tirk cara pêşî di sala 1983’an de êriş bi ser axa başûrê Kurdistanê. Ev tevgera dagirkeriyê jî li dijî PDK’ê bû. Lê li şûna ku li dijî dagirkeriyê li ber xwe bidin, rê li ber dagirkeriyê vekirin. Ev yek ne bes bû, PDK’ê bi dewleta Tirk re tevgeriya û li dijî PKK’ê dest bi êrişan kir. Piştî sala 1985’an li ser xetên sînor kemîn li ber yekîneyên PKK’ê danîn, êrîş kirin. Di dawiya 1986’an û şûn de çend kadroyên PKK’ê û gerîla ji ber van êrîşan şehîd kirin. PDK bi hewldan û kirinên xwe xwest li Başûrê Kurdistanê li pêşiya PKK’ê bibe asteng. Di sala 1992’an de jî bi şertê ku li dijî PKK’ê rabin rêveberiya PDK û YNK’ê di hukûmeta herêmê de bi cih kirin. Piştî ku şeklê rêveberiyê diyar bû, meclîs ava bû û rêveberî hate avakirin biryara yekemîn ‘Naskirina PKK’ê weke rêxistina terorê û derxistina wê ji Başûrê Kurdistanê’ bû. Li ser vê yekê bi desteka Amerîkayê bi hêzên Dewleta Tirk-PDK û YNK’ê planek hevpar kirin ji bo ku PKK’ê ji sînorên Iraq-Tirkiyeyê derxin êrîşekî leşkerî ya berfireh kirin. Êrişên berfireh ên destpêkê jî li dijî PKK’ê wê demê dest pê kirin.
Piştî sala 1992’an Dewleta Tirk PDK û YNK dan kêleka xwe û li dijî PKK’ê şerekî dijwar meşandin. Ji bo wî şerî digotin şerê birakujî. PDK û YNK’ê ji bo berjewendiyên xwe li cem dagirkeran cih girtin û şerê Kurdan kirin. Vî şerî hişt ku PDK û YNK jî perçe bibe û şerê hev bikin. Ji ber vê yekê Hewlêr ji destê YNK’ê derket û PDK’ê bi tankên Saddam Husên Hewlêr dagir kir. PDK’ê di bihara 1997’an de jî bi Dewleta Tirk re li hev kir û li dijî PKK’ê dest bi operasyonê kirin. PDK’ê zêdetirî 50 gerîlayên birîndar û nexweş ên PKK’ê li Hewlêrê qetil kirin. Hemû qadên di bin kontrola PDK’ê de ji artêşa Tirk re hatin vekirin. Ji bo têkbirina PKK’ê her rê û rêbazên hovane bi kar anîn. Di encamê de bi ser neketin. Rêber Apo jî di wê pêvajoyê de gelek bang li rêveberiya PDK û YNK’ê kir û xwest ku bi PKK’ê re têkiliyê pêş bixin. Lê wan hêzan li şûna PKK’ê berê xwe dan Amerîka û Dewleta Tirk. Encam jî niha diyar e. Îro gelek deverên başûrê Kurdistanê ketine bin dagirkeriya Dewleta Tirk.
PDK îro bi dewlekete qirker û dagirker re hevkariyê dike û bi destê xwe rê li ber xwe xera dike. Bi destê xwe dihêle ku Kurdistan were dagirkirin û wêrankirin. Beriya bi çend salan heman PDK’ê qala serxwebûna Kurdistanê û referandûma ji bo serxwebûnê dikir. Di rewşeke wiha de wê çawa Kurdistanê ava bike û serbixwe bihêle gelo ? Li devereke ku 70 baregehên artêşa Tirk û bi hezaran eskerên wê hebin wê çawa serxwebûna Kurdistanê pêk bîne gelo ? Tişta PDK’ê dike xapandina civakê ye. Îro ji serî heta binî qeyranek mezin li başûr heye. Ji aliyê siyasî û aborî xitimandinek heye. Her roj li ser dewlemendiya rayedarên PDK’ê nûçe derdikevin. Malbata Barzanî ku bi milyaran dolarên wan heye xelkê bi birçîbûnê re rû bi rû hiştine. Tiştekî ku malbata Barzanî û rêveberiya PDK’ê bide gel tineye.
PDK li ser şopa faşîzma AKP’ê dimeşe û xizmetek ji bo welatê xwe nekiriye. Hem xizmetê nake, hem jî nahêle kesekî din xizmetê bike. Çawa ku heta niha fîşekek li dijî dagirkeran neteqandiye, naxwaze kes jî li dijî dagirkeran rabin. Ev siyaseta ku PDK dike siyaseta xwe-firotinê ye.