NAVENDA NÛÇEYAN – Komîteya Rêveber a Tevgera Demokratîk a Gelan a Şoreşger (HBDH) bi wesîleya salvegera Qirkirina Ermenan daxuyaniyek da.
HBDH’ê destnîşan kir ku berî niha bi 107 salan dewleta Osmanî ya li ber hilweşînê bû, di nava xaka xwe de Ermen qirkirin, ji xakên ku bi hezaran sal bû li ser dijiyan, neçarî sirgûnê kir û got: “Bi vê qirkirinê dewleta Tirk dest danî ser mal û milkên Ermenan xweste netew-dewletek senteza Tirk-Îslam ava bike. Bi vê yekê bi milyonan Ermen sirgûn kirin, qetil kirin. Sala 1915’an bû lûtkeya pilanê ya qirkirina mezin. Ji xwe berî qirkirinê jî pêvajoyek hebû. Qetlîamên li ser Ermenan a pêvajoya Abdulhemîd heye.
Qirkirina hate kirin ne hema bûyerek bû, pilaneke bi zanabûn xistin dewrê bû. Di şexsê desthilata Tirkiyeyê de, her kesên ne Sune û Tirk bikin Tirk, encamên yek netew, projeya dewleta Tirk-Îslam bû.
Îro jî dewleta Tirk di serî de zext, înkar û tinebûnê li ser gelê Kurd û kêmenetewe, komên ji baweriyên cuda dike. Êrîşên li ser netewa Kurda li derveyî sînor li parçeyên din bi dagirkeriyê didome. Faşîstên bi şer xwe li ser lingan digirin, dijminahiyek nû di afirîne. Dewleta TC a faşîst ji bo gelan bijehrî bike, jehra xwe ya şoven a bi kar tîne, dixwaza dijminahiya li Kurd û Ermenan tim zindî bihêle.
Yekane guherîna vê rastiyê, têkoşîna vakirina cîhaneke bê ref û bê sînor gihandina serketinê ye. Ji bo têkoşîna îro bi pêş ve bê birin, faşîzêmê ji rûpelên dîrokê bê jêbirin, pêşxistina meşa şoreşgerî ya yekbûyî ya gelên hejar e, mezinkirina wê ye. Hesabxwestina van hemû qetlîam û qirkirinan bi şerê şoreşgerî dibe. Em ê hesabê qirkirina li Ermeniyan bi hilweşandina dewleta Tirk a qirker-faşîst bixwazin; azadiya gelê me yê kedkar, bawerî û neteweyên hejar jî enceq bi vê rêyê dibe.”