NAVENDA NÛÇEYAN – Di daxuyaniya HBDH’ê de hate ragihandin ku li dijî zext, êşkence û komkujiyên li zindanan, li Bûrsayê li hemberî otobusa personelên girtîgehê çalakiya bombeyî kirine û hate gotin, “Li gorî daxuyaniyên faşîstên nijadperest ên dijminê sondxwarî yên li dijî gelên me Suleyman Soylû û Bekîr Bozdag, gardiyek mir, yek jê giran 13 jî birîndar bûn.
Çalakiya me ya hesabpirsînê ku 20’ê Nîsanê hate lidarxistin, di heman demê de hişyarkirina midûr û gardiyanên girtîgehan û Berpirsyarên Tipa Edlî ye ku raporên pejirandina kuştina girtiyan didin. Sûcên xwe zêde nekin! Êrişên li dijî girtiyên ku ji ber têkoşîna azadî, edalet û sosyalîzmê hatine girtin bi dawî bikin. Ji bîr nekin ku wê bersivên hîn xurtir ji banga Garîbe Gezeran re bê dayin!”