GERMIYAN – Li navçeya Kelar a Germiyanê bi çalakiyê êrişên dewleta Tirk ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê hatin şermezarkirin û bang li tevahiya hêzên siyasî kirin ku li dijî êrişan eniyek berfireh a yekgirtî pêk bînin.
Li Parka Leyla Qasim a navçeya Kelar a Germiyanê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Herêma Kurdistanê çalakiyek pêk hat. Bi dehan welatî û aktîvîstên Germiyan tevlî bûn.
Di çalakiyê de Selam Elî daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de hate bi bîrxistin ku heta niha dewleta Tirk nêzî 40 operasyonên bi navê cuda li ser xaka Herêma Kurdistanê pêkanîne û hemû şikestîne û wiha tê gotin: “Em bi bawerin ku wê niha jî ev êrişên henê bi hewldan û têkoşîna gerîlayên Kurdistanê û piştgirî û gel bişkên. Dewleta Tirk bêyî ku guh bide ola îslamê di meha pîroz a Remezanê de êrişî xak û gelê me dike. Xwîna zarokên me dirêjîne. Jîngehê wêran dike ku evane hemû ji nirx û pîvanên exlaqî û îslamî dûr in.”
Di dawiya daxuyaniyê de bang li civaka navneteweyî hate dikin ku pêşiya êrişên dewleta Tirk a dagirker bigirin. Herwiha bang li tevahiya hêzên siyasî kirin ku li dijî êrişan eniyek berfireh a yekgirtî pêk bînin û wiha tê gotin: “Parastina Herêma Kurdistanê bi erkê exlaqî û dîrokî yê xwe bizanibin. Em hemû zextê li ser hêzên siyasî bikin ku eniyek yekgirtî ya berfireh li dijî dagirkeriyê û leşkerkêşiya Tirkiyeyê ava bikin.”