AMED – Êrîşên dewleta Tirk a dagirker û PDK’ê yên li ser Herêmên Parastina Medya dewam dikin. Tevî hemû çekên teknîkî û kîmyewî jî gerîla derbên giran li dagirkeran dixin.
Dewleta Tirk a dagirker û PDK’ê ku li hemberî gerîla nikarin li ber xwe bidin, li Kurdistan û bajarên Ewropayê jî bi hêrsa ciwanan re rû bi rû ne.
Ciwan û jinên ciwan li dijî dewleta Tirk a dagirker û PDK’ê ku li dijî gelê Kurd her cure polîtîkayên qirkirinê dimeşîne dadikevin qadan. Herî dawî li navçeya Bağlar a Amedê Ciwanên Welatparêz li dijî dagirkerî û bikaranîna çekên kîmyewî daketin qadan.
Ciwanên ku dagirkerî û bikaranîna çekên kîmyewî bi fîşekên hewayî û dirûşmeyan şermezar kirin, bang li her kesî kirin ku li dijî dagirkeriyê dakevin qadan.