QAMIŞLO – Ciwanên Şoreşger yên Qamişlo ji bo şermezar kirina êrîşên dewleta Tirk û hevkarên wê meşiyan. Îro li bajarê Qamişlo Tevgera Ciwanên Şoreşger meşek li darxistin. Ev meş bi armanca silavkirina berxwedana gerîlla û şermezar kirina êrîşên dewleta tirk a dagirker û hevkarên wê yên îxanetkar PDK, meş nava taxa Qudur Beg ya bajarê Qamişlo bi siloganên bijî berxwedana gerîlla bimre ixanet berdewam kir.
Li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger Hogir Qamişlo daxwiyanî da û got: Ev demeke dewleta tirk a faşist û hevkarên wê PDK êrîşeke berfireh li ser tevgera azadiyê didin meşandin. Em wekî ciwanên Qamişlo hazirin kû li dijî dijmin şer bikin û dinav çalakiyan debin. ev şer şerê hebûn û nebûnê ye yê kû axa Rojava û Kurdistanê parastiya PKK û gerilla ye yê ku DAIŞ li Şengal û rojava têk bir dîsa PKK bû, çawa dijmin li Zap û Avaşinê têk çû wê disa bin bikeve em wekî ciwanên kurd amadene kû li kêleka gerilla şerbikin û bijî axa Kurdistan.