HESEKÊ – Êrîşên dewleta dagirker a Tirk ku 17’ê Nîsanê de dabû destpêkirin didome.
Li dijî van êrişa li Kurdistan û derveyê kurdistanê nerazîbûn û protesto jî didomin. Kurdîstanî û dostên wan li seranserê Ewropa û cihane dadikevin qadan û dagirkeriya dewleta Tirk protesto dikin.
Ev protesto li Rojavayê Kurdistanê gihîşte lutkeyê. Taybet Ciwanên Şoreşger li dijî vê seferberî ragihand û li her derê çalakiyan de ne.
Duh êvarê jî bi heman armancê li Hesekê ciwanan semînerek dan temaşekirin. Semînera ciwanan ji bo giyana şehîdan deqekî rêzgirtinê ve destpêkir. Semînerê de li ser dagirkeriya dewleta faşîst a Tirk nirxandin hatin kirin.
Di dawî de ciwanan siloganên Bijî berxwedana gerîlla, Bijî Serok Apo avêtin.