NAVENDA NÛÇEYAN – Milîsên Sînan Dersim ên Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (HBDH) daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Di 21’ê Nîsana 2022’an saet di 05:30’î de li Gazîosmanpaşa ya Stenbolê li hemberî şaxê TUGVA’yê bi bombeya bi destan hatiye çêkirin, me çalakiyek lidar xist. Piştî vê çalakiyê yekîneya me bi rengekî ewle ji qada çalakiyê vekişiya.”
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku şerê wan ê li dijî faşîzm û mêtingeriyê gihîştiye asteke nû û wê her derê bikin qada çalakiyên şoreşgerî û bi vî rengî bersivê bidin şerê faşîzmê ku di 17’ê Nîsanê de da destpêkirin.
Di daxjuyaniyê de hate gotin, “Ji bo kesên ku dixwazin li dijî faşîzmê tiştekî bikin em bang dikin ku çalakiyan bikin, li her derê li saziyên faşîzmê bixin.”