SILÊMANÎ – Xwendekarê zanîngehê Emîr Mam Welî li ser armanca êrîşên artêşa Tirk a dagirker û PDK’ê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, pirsgirêkên ku ciwanên li Başurê Kurdistanê dijîn û sedema zêdebûna koçberiyê di demên dawî de û êrîşan li dijî Şengalê ji Nûçe Ciwan re axivî.
Axaftina Emir mam wiha ye:
Cudahiya vê êrîşa dagirker a Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê û êrîşên din çi bû? Dewleta dagirker a Tirk bi kîjan armancê bi PDK’ê re hevkariyê dike?
Ev ne cara yekem e ku dagirkerên Tirk êrîşî başûrê Kurdistanê dikin, pirsgirêka Tirkiyê bi nasnameyên Kurd û Kurdistanê re heye. Êrîşên dagirker ên Tirkiyeyê di sala 2023 ‘an de bi armanca mîsaqa mêlî ye.Ev êrîş bi alîkariya PDK’ê û malbata Barzanî dest pê kir.
Karesata îro li ser ciwanên Başûrê Kurdistanê û hemû parçeyên Kurdistanê tê kirin balkêş e. her diçe ji welat derdikevin û her wiha dezgehên îstixbaratê di her warî de dixwazin ciwanan bi awayên cuda ji bo sîxûrtiyê weke amûr bi kar bînin û bi awayên cuda bi kar tînin Sedema vê çi ye û çawa ciwanan xwedî li nasnameya xwe derkevin?
Ev 30 sal in PDK bi zext, zordarî, neheqî û gendeliyê li hember gel disekne. Dengê azadiyê hatiye bêdengkirin, rojnameger tên girtin, maaşên gel nadin, xwendekarên ciwan naxebitin û piştî xwendina 10 salan piraniya xwendekaran bêkar in. Neheqiya Partiyê hemû kes ji ber kirinên xwe hêrs kir. Em dikarin bêjin ku yek ji sedemên sereke yên koçberiya ciwanên Başûrê Kurdistanê desthilata neheq a PDK’ê ye.
Li ser Şengalê polîtîkaya çavtirsandinû û planeke domdar heye. Li ser navê PKK’ê her roj zexteke domdar li ser gelê Şengalê heye. Çîroka şandina we ya Şengalê çi ye?
Tirkiye di xewn û xeyalên xîlafetê de dijî û bi vî rengî dixwaze hemû aloziyan li ser rêya xwe derbas bike. Dagirkeriya Tirkiyê ne ya qebûlkirinê ye ku mirovên azad û bi rûmet li Şengalê bijîn. Ji ber vê jî bi hinceta PKK’ê komployê li ser gelê şangal ê bi rûmet û azadiya wan didomîne.
Wan nikarin nikaribin tiştekî bikin . Divê dagirkeriya Tirk baş bizanibe ku ger gerîlayek şehîd bikeve divê 100 endamên artêşa wan bên cezakirin da ku xeyala me rehet be. Çawa ku dagirkirina Qendîlê her tim di xeyalên wan de ye û heta niha gelek serok û lîderan ev xeyal bi xwe re biriye bin ax. Ez bawer im Erdogan û rayedarên din vê xewnê di bin axê de dibînin. Xaleke girîng ew e ku DAÎŞ li piraniya deverên başûrê Kurdistanê têk çûye û gelekî qels e. û wiha dewam kir:. Ez bawerim dagirkeriya Tirk taxek di vê êrîşê de ye ku hêzên Îslamî yên weke DAIŞ û hêzên din li herêmên cuda dimînin da ku wan bibin Qendîlê û bi kar bînin. Bêguman eger destê van hêzên hov bigihêje Qendîlê wê tevahiya gelê Kurdistanê bikeve nava xeteriya qirkirinê. Ez hêvî dikim ku hemû Kurd û Kurdistanî, ciwan, jin, gerîla û hemû gelê Kurd li dijî van êrîşên dagirker bibin yek da ku nehêlin plana dagirker bi ser bikeve.