QAMIŞLO – Bertekên li dijî êrişên hevpar ên dewleta Tirk a dagirker û PDK’ê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê zêde dibin.
Li navenda bajarê Qamişloyê bi dehan ciwan bi xwepêşandaneke bi erebeyan nerazîbûn nîşanî êrişan da û berxwedana gerîlayên azadiyê silav kir.
Gera bi erebeyan ji çerxerêya Osman Sebrî ya li rojavayê bajar ber bi çerxerêya Şehîdên Enternasyonalîst a taxa Enteriyê ve dest pê kir. Di wê navberê de diruşmeyên şermezarkirina êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û PDK’ê hatin şermezarkirin.
Ciwanan piştgiriya xwe ji bo pêngava seferberiya giştî ya ku KCK’ê bangî wê kiriye, nîşan da.