NAVENDA NÛÇEYAN – Operasyona dewleta Tirk a faşîst û PDK’ê ya 17’ê Nîsanê li dijî qadên gerîla hefteyek li pey xwe hişt, artêşa Tirk nekarî gavekê biavêje.
Di bîlançoya ku îro HPG’ê eşkere kir de hejmara leşkerên Tirk ên mirine gihişt 218’an, her wiha derket holê ku leşkeran bi israr xwestin neçin qadên operasyonê.
Di dema ku Kurd û dostên wan li hundir û derve li dijî operasyona hevpar a Komara Tirk û PDK’ê dadikevin qadan, çalakiyên protesto dikin, bi taybetî jî ciwan di van xwepêşandan û çalakiyan de rola pêşeng dilîzin.
Herî dawî jî Ciwanên Welatparêz bi heman armancê li Dêrsimê pankart daliqandin û li ser dîwaran nivîs nivîsandin. Li kêleka pankarta “Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan” li ser dîwaran dirûşmên “PKK gel e”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Bijî Serok Apo” nivîsandin.