MINBIC – Hêzên Ewlekariya Hundirîn li ser malpera xwe ya fermî daxuyand ku duh (duşem) komeke dizan li Minbicê girtiye.
Di daxuyaniyê de hate gotin: “Li ser agahiya navendeke me ku li taxeke Minbicê ji aliyê kesên çekdar ên nenans ve malek hatiye şêlandin, hêzên me dest bi şopandin û lêgerînê kir. Li ser wê, di kemînekê de koma ji 6 kesan pêk tê, hat girtin.”
Li gorî malperê bi komê re ev alav hatin desteserkirin; çekeke Kaşnikov, 2 mexzen, 3 demançe, 6 telefon û 5 belgeyên firotina malên ku dizîne.
Her wiha malperê diyar kir ku piştî bidawîkirina lêpirsînê diyar bû ku koma dizan bazirganiya madeyên hişbirê kiriye. Piştre koma dizan ji Desteya Dozgeriyê ya Giştî re hate veguhastin da ku li gorî qanûnan werin cezakirin.