NAVENDA NÛÇEYAN – Operasyona dagirkeriyê ya dewleta Tirk a faşîst ku di 17’ê Nîsanê de li dijî qadên gerîla dabû destpêkirin, dewam dike. Dewleta Tirk a ku dixwest di demeke nêz de encaman bi dest bixe, tişta ku hêvî dikir nedît. Artêşa faşîst a ku nikarîbû xwe li berxwedana bi heybet a gerîla bigire, kete pêvajoya parçebûnê.
Hat ragihandin ku cenazeyên 80 leşkeran li nexweşxaneyên Colemerg û Geverê yên dewletê tên ragirtin. Qaşo Wezareta Parastinê ya Tirk yek bi yek dest bi parvekirina nasnameyên leşkerên hatin cezakirin kir.
3 hêmanên di wêneyê de êdî ji bo êrîşên dagirkeriyê nikarin werin Kurdistanê. Agahiyên nasnameya wan wiha ne:
1 – Yunus Kalkan
2 – Fırat Canlı
3 – Dogukan Korkmaz