NAVENDA NÛÇEYAN – Operasyona dagirkeriyê ya artêşa Tirk a faşîst a li hemberî qadên gerîla dewam dike, bertekên li dijî heman operasyonê jî zêde dibin.
Li dijî operasyonê Kurdistanî û dostên wan li gelek deverên cîhanê bi taybet li Kurdistan û Ewropayê dadikevin qadan û çalakiyan li dar dixin. Ciwan pêşengiya van çalakiyan dikin.
Ciwanên Şoreşger ji destpêkê ve li dijî êrîşên dagirkeriyê yên li ser Rojava bi ragihandina seferberiyê pêşengiya çalakiyan dike. Me jî weke Ajansa Nûçe Ciwan, li hemberî operasyonên Komara Tirk a faşîst fikr û ramanên ciwan û jinên ciwan pirsî.
Besma Muhemed di derbarê daxwiyaniyê axivÎ û got: Em wekî ciwanên şoreşger û jinên ciwan ev êrîşên dewleta Tirk a faşist û hevkarên îxanetkar qebul nakin.Em li ser fikir û felsefa Rêber Apo de dimeşin ew jî vê fikrê ji bo xwe xeter dibînin. Em jî wekî Tevgera Ciwanên Şoreşger û jinên ciwan me seferberî ragihand, bi silogana ‘Werin Cenga Azadiyê’ji bo kû em biştgirî bidin gerilla em bangewaziya tevahî ciwanan dikin kû tevlî hemleya Werin Cenga Azadiyê bibin ji bo kû em piştgirî bidin gerîlla.
Sabir Silêman: Êrîşên ku niha li ser gerilla çêdibin em tiştekî normal nabînin, dewleta tirk û KDP her sal pilanên dagirkirina Kurdistanê datîtin. Hema divê hemû gelême vê zanibin mala berzanî di şexsê PDK de kurdan temsil nakin ev şer şerê hebûn û azadiyê ye.Niha plan dikin kû Başurê Kurdistanê bixin bin kontrola Osmaniya nû de îro dîwarên ku tên ava kirin bi melzemeyên tirkan tên çêkirin. Dîsa êrîşa kû li ser YBŞ çêbû diyar dike kû plan tên kirin bila gelê me vê rastiyê zanibe û KDP ji nav xwe derxînin, îro li ser çiya êrîş tê kirin bi dehan kuştiyên dijmin hene em jî wek ciwan emê li ser piya bin, heya ku em serbikevin.
Avêsta Efrîn:Em êrîşên dewleta tirk ya dagirker qebûl nakin em şermezar dikin û emê heya dawiyê berxwe bidin, mala barzanî tu carî bi kurdan re nebûne dost. Em şermezar dikin bangewazîya me ji tevahî ciwan û gelê xwe dikin ku li ser piya bin û li kêleka gerilla şer bikin.
Mustefa Mihemed: Rojane êrîşên dewleta tirk a faşist li ser çiyan çêdibin em wek xwendekarên kûrd li seranserî tevahî Kurdistanê van êrîşan şermezar dikin û emê hertim li beramberî dewleta faşist bisekinin.Emê berxwe bidin kesek nikare gelê kurd bişkîne emê heya dawiyê berxwe bidin.Bangewaziya me ji tevahê ciwan û gelê kurd re heye;kû bêrxwe bidin, çalakiyan li hemberî faşizmê dengê xwe hildin