NAVENDA NÛÇEYAN – Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan li ser êrişên dewleta Tirk a dagirker ên 17’ê Nîsanê da destpêkirin, armanca ji van êrişan, hêzên navneteweyî û herêmî yên li pişt van êrişan e, rola PDK’ê û têkoşîna gerîla ya li dijî dagirkeriyê ji ANF’ê re nirxand.
Bi nêzîkbûna 1’ê Gulanê re 17’ê Nîsanê li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê êrişeke berfireh destpê kir. Bi berxwedana gerîla re niha li qadên Zap, Avaşîn û Basyayê şerekî giran diqewime. Armanc ji van êrişan çi ye?
Di demekê de ku weke gelê Kurd û tevgera azadiyê, hêzên demokratîk-şoreşger, karker û kedkarên Tirkiyeyê xwe ji 1’ê Gulanê re amade dikin, faşîzma AKP-MHP’ê 17’ê Nîsanê li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dest bi êrişeke nû ya plankirî ya tunekirinê kir. Ev êriş li ser Zap û Avaşînê ye. Parçeyek ji êrişên ku parçe bi parçe li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê têne meşandine. Lê belê ev parçeyê herî girîng e.
Sala 2008’an êrişa li ser Zapê destpêkê li dijî Zapê, ji bo lêdana ji navendê bû. Ji sala 2016’an û vir ve êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê ji aliyan destpê kir û ber bi navendê ve çû. Hewldanek ji bo bicihanîna plansaziya sala 2008’an e. Wê demê dixwestin ku ji navendê li sîstema kontrolê ya fermandariyê ya gerîla bixin, bi vî rengî pûç bikin û li aliyê din jî êrişî herêmên din ên gerîla bikin û bieciqînin. Plansazî bi vî rengî bû.
Ji sala 2016’an û vir ve êriş destpêkê ji aliyan yanî ji Xakurkê, ji Heftanînê destpê kirin. Her wiha li xetên sînor ên Zap û Avaşînê destpê kirin. Êriş bi parçeyên biçûk hatin meşandin. Sala 2021’ê bi êrişa li ser Metîna, Zap û Avaşînê xwestin hinekî encamê bi dest bixin. Xwestin ku xwe nêzî navendê bikin. Hewl dan ku qadan lawaz bikin, bi gotina leşkerî nerm bikin.
Êrişa niha ya li ser Zap û Avaşînê mîna êrişa 2008’an a li ser navendê ye. Eger li vê derê bi ser bikevin wê herêmên din ên gerîla, ji Xakurkê heta Heftanînê hewl bidin bi temamî kontrol bikin, baregehên gerîla ji holê rakin. Armanca dijmin ev e. Divê ev rastî bê dîtin.
Dixwazin ku xwe bigihînin navendê, bi xistina wê derê re kontrolê li ser parçeyan bike û Herêmên Parastinê yên Medyayê bi temamî têk bibin. Bi vî rengî dixwazin gerîlayên li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi temamî bêne eciqandin. Armanc ew e ku bi vî rengî PKK’ê lawaz bikin, têk bibin û bêbandor bikin. Bêguman eger PKK bê bêbandorkirin wê dor were rêxistinên din ên Kurd. Wê dor were PDK’ê, YNK’ê, Rojava.
Ev êriş niha li dijî PKK’ê tê kirin. Ji ber ku yê bi esasî ji bo azadî û hebûna gelê Kurd têdikoşe PKK ye. Heta ku PKK neyê eciqandin, neyê tunekirin, êrişa bi ser rêxistinên din ên Kurd, li dijî saziyên din ên gelê Kurd ne stratejiyeke raste. Rewşeke bi wî rengî, bandora xurtkirina PKK’ê dike. Lewma ew di plana duyemîn de ne. Armanca xwe ya destpêkê bi pelçiqandina baregehên gerîla yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê re tunekirina PKK’ê ye, armanca duyemîn jî bi îmhakirina PKK’ê re rêxistinên din ên Kurd tune bike, destketiyên li Başûr, Rojava û Şengalê ji holê rake, statukoyên heyî yên Kurdan tune bike; lewma jî qirkirina Kurdan temam bike.
Bêguman armanceke sêyemîn a vê yekê heye. Eger qirkirina Kurdan bi vî rengî temam bibe, dor wê vê carê bê Ereban, wê hewl bide li ser bingeha siyaseta ‘Osmaniya Nû’ Erebistanê bixe bin bandora Tirkiyeyê. Wê berê xwe bide Mûsil û Kerkûkê bi vî rengî hewl bidin Bexdayê bi ser Tirkiyeyê ve bikin. Her wiha bi zexta li ser Reqa û Helebê hewl bide giraniyê bide ser van deveran û Şamê kontrol bike. Yanî armanca sêyemîn kontrolkirina beşek ji xaka Ereb e, dewletên Ereb mîna Qatar a îro bi Tirkiyeyê ve girê bide. Plansaziyeke bi vî rengî ya stratejîk a Tirkiyeyê heye. Faşîzma AKP-MHP’ê li ser bingeha plansaziyeke bi vî rengî tevdigere.
Wê demê armancên siyasî yên êrişê hene ku li dijî PKK’ê, Kurdan hemûyan, Ereban û tevahiya Rojhilata Navîn e. Ji bo van armancên xwe pêk bînin şer bi kar tînin. Hedefa leşkerî niha kontrolkirina xeta Zap û Avaşînê ye. Hewl didin vê qada çiyayî ya stratejîk bi bombardûmaneke giran, bi bikaranîna teknîkê di asta herî bilind de, bi hemû derfetên Tirkiyeyê, bi piştgiriya ji DYE, NATO û PDK’ê wergirtî kontrol bikin, berxwedana gerîla bişikînin, vê cografyayê kontrol û dagir bikin. Êrişeke dagirkeriyê ye, êrişa qirkirinê ye. Êrişa ji bo kontrolkirina Rojhilata Navîn, qada Ereb e. Weke ku operasyoneke biçûk tê kirin, hewl didin nîşan bidin. Li holê operasyon nîne, ji êrişa Rûsyayê ya li ser Ûkraynayê girantir, êrişeke leşkerî heye ku armancên xwe metirsîdar û berfireh e. Li holê şer heye, êrişa dagirkerî û qirkirinê heye. Rewşeke metirsîdar a şer heye. Yên ku xwe nêzî Ûkraynayê dikin, yên ku pirsgirêka Ûkraynayê dinirxînin naxwazin vê rastiyê bibînin, ji nedîtî ve tên, lê belê rastî bi vî rengî ye. Divê her kes vê yekê bi vî rengî binirxîne.
Şêweyê êrişa dagirkeriyê ya li ser Zap û Avaşînê, rê, rêbaz û taktîkên wê li grî operasyonên ku dewleta Tirk berê li gel hevalbendên xwe dikir, çawa ne? Êrişa berfireh a ku niha tê kirin gelo li ser zemînê heman tifaqê ye. Tirkiye xwe dispêre kîjan konjonktura navneteweyî ku vê operasyonê dike?
Beriya her tiştî divê ev yek bê gotin: Êrişa ku êvara 17’ê Nîsanê tesadûfî nîne, ne rewşeke ku nedihate hêvîkirin. Faşîzma AKP-MHP’ê demeke dirêj xwe ji bo êrişeke bi vî rengî re amade dikir. Zivistanê amadekarî ji bo wê dikir. Nekarî xwe li têkçûna Garê ya Siata 2021’ê rabigirin. Derbên ku sala 2021’ê li Metîna, Zap û Avaşînê xwarin, bi zora wan çû û nekarîn xwe lê rabigirin. Vê yekê faşîzma AKP-MHP’ê şikand. Gelekî tengav kir. Ji bo vê yekê berevajî bike û ji pratîka xwe ya sala 2021’ê ders wergirt û li ser vê bingehê amadekarî kir, xwe ji bo êrişeke nû amade kir. Êrişa ku êvara 17’ê Nîsanê li ser Zap û Avaşînê da destpêkirin, li ser vê bingehê kete rojevê. Ev yek bi rengekî eşkere dihate dîtin, ji aliyê leşkerî ve amadekarî dihate kirin. Bi NATO û DYE’yê re hevdîtin dikirin. Her wiha ji bo vê yekê bi Rûsyayê re jî gelek hevdîtin kirin. Bi rêveberiya Iraqê, bi rêveberiya PDK’ê re li pey hev hevdîtin kirin. Bi şêweyên cuda ev yek anîn ziman. Lewma êrişeke bi plan û amadekirî bû. Rewşeke ku dihate texmînkirin. Ji bo bersiv ji pirsa bandora encamên şerê 2021’ê ya li ser Tirkiyeyê, li ser faşîzma AKP-MHP’ê, rewşeke ku dihate texmînkirin bû.
Diyar e ku tam nehatiye şikandin. Faşîzma AKP-MHP’ê dixwaze encamên 2021’ê berevajî bike. Ji bo vê xwe amade kiriye. Li ser vê bingehê weke êrişeke dawî, hêza xwe bi temamî seferber kiriye. Girîng e ev yek bi vî rengî bê vegotin.
Êriş êdî êrişa dawî ya faşîzma AKP-MHP’ê ye. Ya wê bi vê êrişê re bigihêje armanca xwe, bi ser bikeve, temenê desthilatdariya xwe dirêj bike, rêveberiya li Tirkiyeyê dewam bike yan jî wê li vê derê bişikê, têk biçe, rêveberiya AKP-MHP’ê hilweşe, li Tirkiyeyê şoreşa demokratîk pêk were. Pêvajoya heyî pêvajoyeke bi vî rengî ye. Ji bo têk neçe, ji bo bi ser bikeve ders ji dema derbasbûyî derxistine û bi plan û rêxistinî dest bi êrişê kirin.
Ji aliyê têkilî û tifaqan ve nûbûnek nîne. Ji DYE û NATO’yê piştgiriyê werdigire. Ji PDK’ê piştgiriyê werdigire. Em dikarin wiha bêjin: Ya rast DYE û PDK ji bo êrişeke bi vî rengî dewleta Tirk, faşîzma AKP-MHP’ê teşwîq dikin, sor dikin. Ji ber ku hewl didin xwe li gorî vê yekê siyasetê bikin. Ji xwe me êrişa 2021’ê weke êrişa hevpar a DYE, Dewleta Tirk û PDK’ê nirxandibû. Ev êrişa hevpar dewam dike. Di vir de rola Iraqê jî bêhtir derdikeve pêş. Iraq dem bi dem weke ku li dij e xwe nîşan dide, lê belê polîtîkaya wê ya li ser Şengalê ku li ser bingeha Peymana 9’ê Cotmehê ya bi PDK’ê re kir, her wiha xwedîderneketina li du generalên xwe yên li Xinêrê bi balafirên dewleta Tirk hatin qetilkirin, nîşan didin ku rêveberiya Iraqê di nava vî karî de ye, rêveberiya heyî ya Kazimî piştgiriyê dide êrişên dewleta Tirk. Êrişa ku 17’ê Nîsanê destpê kir, vê rastiyê hîn bêhtir radixe pêş çavan.
Wezareta Karên Derve ya Iraqê radigihîne ku eleqeya wan pê re nîne, Tayyîp Erdogan derewan dike, lê belê Tayyîp Erdogan jî eşkere dibêje ku ‘em bi têkilî û tifaqê dimeşînin’. Ya ku di pratîkê de derbas dibe jî daxuyaniya Tayyîp Erdogan e. Rêveberiya Iraqê çiqasî bêje ku derew e, ti fêda vê yekê nîne, wateyeke xwe ya pratîkî nîne. Ji ber ku ji aliyê siyasî û leşkerî ve li ber êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ranabin. Mînak, bi PKK’ê re tifaqê nakin ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk li ber xwe dide. Piştgiriyê nade gerîla. Berevajî, ji bo dorpêçkirina gerîla ji pişt ve hewl dide biçe wan qadan. Ji sala derbasbûyî û vir ve nêzîkatiyên pratîkî bi vî rengî bû.
Ji aliyê polîtîk ve serî li Neteweyên Yekbûyî nade. Serî li Yekîtiya Ereban nade. Ya rast, Yekîtiya Ereban li ber dagirkeriya dewleta Tirk rabû. Rêveberiya Iraqê jî li ser vê yekê daxuyaniyek da û got, ‘em êrişan red dikin’. Eger Yekîtiya Ereban helwest nîşan nedabûya, rêveberiya Iraqê dibe ku daxuyaniyeke wiha jî nedabûya. Lewma ji aliyê têkilî û tifaqê ve tifaqa 2020-21’ê dewam dike.
Bêguman ji aliyê taktîk û rêbazê ve hinek guhertin hene. Lê belê ya kevn jî bi cih tînin. Mînak heta niha parçe bi parçe êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê kir. Ev êriş li ser parçeyekî ye, lê belê li ser parçeyê navendî ye. Bi hêzeke giran êrişî qadeke teng kir. Êrişeke welê ye ku bi hêzeke giran êrişî qadeke teng dike, giraniyê dide ser qadeke teng. Dişibe êrişa 14’ê Gulana 1997’an. Di 14’ê Gulana 1997’an de êrişî qada Zapê ya vê herêmê kirin. Her wiha êrişa 20’ê Sibata 2008’an a li ser Zapê jî êrişeke bi heman rengî bû.
Niha bi hêzeke mezin û giran êrişî qadeke diyarkirî dike. Hewl dide serdegirtinê bike. Berê jî hebû. Li gel bombardûmana giran a hewayî, liv û tevgera balafir, helîkopter, balafirên keşfê, her wiha di bin bombardumana giran a hawan, obus û topan de hewl didan hêzên xwe li ser girên stratejîk deynin. Hewl dide ku bi bombardûmaneke giran welê li gerîla bikin ku nikaribe tevbigere, piştre jî hêzên xwe li qadê deynin û cihên stratejîk kontrol bikin.
Di 14’ê Gulana 1997’an de PDK’ê ji Başûr ve piştgirî dabû. Her wiha di şerê 1992’an de jî tanktên Tirkiyeyê ji Deriyê Sînor ê Xabûrê derbas bûn û ji Başûr ve Heftanîn dorpêç kiribûn. Niha jî PDK bi vî rengî piştgiriyê dike. Ji xwe ji Bamernî yeta Şêladizê li hemû bajarokan MÎT a Tirkiyeyê bi sazî kirine. Qereqol çêkirine, qadên hewayî çêkirine. Yanî di asteke girîng de ji aliyê leşkerî ve bi cih bûye. Bi PDK’ê re di nava hev de ne. PDK dibêje ‘Em piştgiriyê nadin, em di navberê de ne’. Lê belê qereqolên dewleta Tirk û PDK’ê li her cihî li kêleka hev in. Lê belê li ti cihî qereqolên pêşmergeyan li gel kampên gerîla nîne. Li ti bajarî saziyeke PKK’ê nîne, lê belê ya dewleta Tirk heye. Avahiyên MÎT’ê, qereqolên dewleta Tirk ji aliyê pêşmergeyên PDK’ê ve têne parastin û pêwîstiyên wan tedarik dikin. Di ser re radibin dibêjin ‘em piştgiriyê nadin’. Vaye tê eşkerekirin: Bi wesayitên PDK’ê bi kincên pêşmergeyan leşkerên Tirk têne veguhastin, tînin heta Şêladizê. Ji vir jî ji bo Kurojahro kontrol bikin ji bejahî ve tevdigerin.
Di şerê 2008’an ê Zapê de rewş ne bi vî rengî bû. Sala 2008’an PDK jî li ber rabû bû. Gelê Kurd li Amediyê, Bamernî, Şêladizê li ber tankên dewleta Tirk sekinî, nehişt ku tevbigere. Lewma artêşa Tirk xwest ji Bakur ve bi dizî xwe bigihîne herêmê û Şikefta Birîndara bi dest bixe. Lê niha qada Başûr li dewleta Tirk vekiriye, lê li gerîla girtiye. PDK’ê derfetên xwe pêşkêşî artêşa Tirk kiriye ku karibe tevbigere, li dijî gerîla şer bike û van qadan bi dest bixe. Ji bo gerîla ji aliyê dewleta Tirk ve bê tepisandin bi her awayî piştgiriyê dide.
Bi kurtasî mirov dikare bêje ku faşîzma AKP-MHP’ê ji hemû êrişên derveyî sînor ên dewleta Tirk ku ji sala 1983’an û vir ve li ser Başûrê Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê dimeşîne ders derxistiye, li ser bingeha encamên giştî yên van operasyonan, êriş dike. Ji xwe êrişa dawî ye ku wê temenê desthilatdariya AKP-MHP’ê diyar bike. Divê bi vî rengî bê nirxandin. Ji bo vê jî ji êrişên demên bihurî yên dagirkeriyê ders wergirtiye û li ser vê bingehê êrişan dike. Wê demê kîjan lawazî çêbû, li ku derê bi ser neket, ji wan ders wergirt û li ser vê bingehê hewl dide êrişan bimeşîne.
Me got, têkilî û tifaq heman têkilî û tifaqên sala 2021’ê ne. DYE, NATO’yê sor kir. Ji xwe gotin em ê F-16 bidin. Tirkiyeyê bi vî rengî biryar li ser vê êrişê da. PDK’ê eşkere kir ku wê hîn bêhtir piştgiriyê bide û tevlî bibe. Rêveberiya Iraqê deriyên xwe hemû vekir û destûr da. Bi vê jî nema; bala xwe bidinê roja ku dewleta Tirk êrişî Zap û Avaşînê kir, artêşa Iraqê jî êrişî Şengalê kir. Êrişên hemwextî ne, plansaziyeke hevpar e. Lewma ev tifaq dewam dike.
Faşîzma AKP-MHP’ê bi van êrişan re her wiha dixwaze sûdê ji encamên Şerê Ûkraynayê werbigire. Êrişa Rûsyayê ya li ser Ûkraynayê, şerê li ser Ûkraynayê destpêkê faşîzma AKP-MHP’ê tirsand. Ji aliyê aborî ve jî di asteke cidî de tehde lê kir. Di navberê de mabû. Piştre bi gotina ‘em siyaseta hevsengiyê dimeşînin’ hewl da herdu aliyan îdare bike. Ya rast li dijî Rûsyayê têkiliyên xwe yên bi DYE û NATO’yê re sererast bike û bi vê wesîleyê hin çekên ku berê nikarîbû werbigire, firsend dît ku werbigire. Niha xwe dispêre vê bingehê. Dixwaze bi vî rengî têkiliyên xwe yên bi DYE û NATO’yê re sererast bike. Ji hin aliyan ve li ber Rûsyayê radibe, her wiha li dijî Rûsyayê dixwaze li aliyê NATO-DYE’yê cih bigire.
Ya rast, NATO û DYE’yê hin tawîz dan dewleta Tirk û faşîzma AKP-MHP’ê ji bo li be Rûsyayê rake. Gotin em ê çekê bidin, di serî de F-16 çek dan. Faşîzma AKP-MHP’ê dixwaze vê piştgiriyê li dijî PKK’ê û Kurdan di êrişeke nû ya dagirkerî û qirkeriyê de bi kar bîne. Xwe dispêre derfetan, konjonkturê. Bi vî rengî dixwaze sûdê ji şerê li Ûkraynayê werbigire. Berê jî ji xwe bi vî rengî dikir. Êrişî Bab, Cerablûs, Efrîn, Serêkaniyê kir. Êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê kir. Niha jî êriş dike. Konjonktura heyî ya cîhanê ji êrişên bi vî rengî re tiştekî nabêje. Yê ku hêza xwe têrê dike, gefê li yê din dixwe, yê xurt êrişî yê lawaz dike. Faşîzma AKP-MHP’ê jî dixwaze sûdê ji vê rewşê bigire. Li pêşiya wan astengiyeke cuda jî nîne.
Bêguman aliyekî din ê vî karî jî berxwedan e. Divê aliyê berxwedanê baş bê dîtin. Gerîlayê HPG û YJA Starê bi lehengî li ber xwe didin. Yanî em ji vê re amade bûn. Êrişa heyî ya dewleta Tirk surprîz nebû, rewşeke ku dihate texmînkirin. Ji xwe, xwe amade dikirin. Me jî weke tevgerê xwe amade dikir. Me civînên xwe çêkir, nirxandinên xwe kir, çeperên nû ava kir. Me xwe perwerde kir, bi rêxistin kir, amade kir. Li ser bingeha amadekariyeke bi vî rengî me dest bi Newrozê kir.
Dikarim bêjim ku li amadekariya me rast hatin. Gerîla niha bi vê avantajê tevdigere. Ji berxwedana 2021 û pêvajoyên berxwedanê yên beriya niha ders wergirtî, li gorî wê tevdigere. Hîn bû ku li ser û binê erdê şer bike, şerê tunelan hîn bû, şerê tîm ê bi tevger hîn bû. Li ser cografyayê bi salan e amadekariyan dike, serwer e.
Li ser bingeha van hemûyan, li hemberî êrişên heyî bi lehengî li ber xwe dide. Helîkopteran nekarîn leşkeran deynin. Ji bo rizgarkirina wan PDK’ê derî vekir. Ji bejahî ve leşkerên Tirk anîn û hewl dan bigihînin Kurojahro. Bêguman gerîla li wan jî dixe. Windahiyên giran dan. Hîn em di destpêka şer de bin jî roja 5’an li ber qedandinê ye. Bîlançoyên ku ji aliyê Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê hatin eşkerekirin li holê ne. Gerîla jî şehîd dan. Ev şerekî mezin e. Lê belê artêşa Tirk li ber şikestinê ye. Ji xwe Hûlûsî Akar ji bo rewşê rizgar bike yekser kete dewrê. Destpêkê hin windahiyên xwe eşkere kirin. Lê piştre dîtin ku hin bîlançoyan eşkere bike wê ne li hesabê wan be. Ji ber ku windahiyên wan gelekî zêde ye. Ji ber vê yekê jî bêdeng man, veşartin û hîn jî hewl didin veşêrin. Lê belê nikarin veşêrin.
Berxwedana gerîlayan bi rastî jî bi lehengî ye. Gerîla amade ye, wê teqez encamê bi dest bixe, wê bi ser bikeve. Heta niha li wê cografyayê her tim bi ser ketiye. Wê niha jî bi ser bikeve. Li ser vê bingehê fermandar û şervanên HPG û YJA Starê hemûyan silav dikim, serketina wan pîroz dikim. Şehîdên leheng ên vê berxwedanê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînim. Ev şer şerekî welê ye ku wê qedeera dîrokê biguehrîne, dîrokeke nû binivîsîne. Gerîla bi vê têgihiştinê tevdigere. Bi ruhê fedaî yê Apoyî heta dawiyê li ber xwe dide.
Dewleta Tirk çiqasî tifaq û têkiliyan deyne jî, ji paşverûtiyê, sîstema modernîteya kapîtalîst û nokerî û xiyaneta Kurd piştgiriyê werbigire jî xeta lehengiyê ya berxwedana gerîla ya li dijî dagirkerî û xiyanetê dewam dike. Ya ku bi ser bikeve berxwedana gerîla ye.
PDK di vî şerî de hevkariyeke welê bi dewleta Tirk re dike ku ji demên bihurî cudatir pêwîstiyê bi veşartina vê hevkariyê nabîne. Ev helwesta nokerî û hevkariyê hîn ji niha ve ji aliyê gelê Kurd û rêxistinên wê ve, her wiha ji aliyê dostan ve hate şermezarkirin û redkirin. PDK di vê hevkariya xwe de ya bi dijminê Kurdan re, gelo xwe dispêre çi? Di van êrişan de li benda berjewendiyeke çwaa ye? Encamên vê helwesta PDK’ê wê çi be?
Divê rewşa PDK’ê rast bê fêhmkirin û nirxandin. Ji berê ve helwesta xwe ji ya niha ne cuda bû. Lê belê ji ber ku xet û berxwedaneke azadiyê ya mîna PKK’ê tune bû, PDK jî mîna tevgereke neteweyî ya Kurd e, mîna ku pêşengê neteweyî ye dihate fêhmkirin. Kurd dihatin xapandin, bi vî rengî ber bi xeta xiyanetê dihate dehfdan. Ev yek lîstikek bû. PKK’ê û Rêber Apo ev lîstik xera kir. Rastî eşkere kir, maske hemû xistin, rastî raxist pêş çavan. Rûyê rast ê her kesî eşkere bû. Rûyê rast ê PDK’ê jî li ser vê bingehê eşkere bû. Ya rast PDK berê jî tevgereke cuda nebû. Berê jî tevgereke eşîr û malbatî bû. Rêveberiya li ser PDK’ê serwer bû bi vî rengî bû. Şerê ku PDK’ê da jî şerekî eşîrî bû. Şerê serwerkirina Barzaniyan a li ser Başûr bû. Şerê ku niha dimeşîne jî şerê bi heman rengî ye. Divê kes vê yekê ji nedîtî ve neyê. Ji berê ve eşîr hene ku li hember şer dike. Mînak Brasotî, Rêkanî, Zêbarî hene. Niha jî li hemberî wan şer dike. PDK çi dike? Herêma Bradostê, herêma Rêkanî, herêma Nîrveyî, herêma Berwarî dide dewleta Tirk; yanî firotiye. Zexteke giran li Zêbariyan dike. Bi vî rengî artêşa Tirk tîne sînorê Barzan, herêma Barzan, gundê Barzan bi vî rengî radestî artêşa Tirk dike. Di ser Barzan re ji Govendê, ji Tepê Xwedê hatin, her wiha ji Kurojahro tên, ji Şêladizê û ji Balinda tên, wê Barzanê kontrol bikin. Girê Barzan wê êdî di destê artêşa Tirk de be. Rêkaniyan eşîrên din li bajaran kom kirin. Ya rast li derveyî Amediyê, Şêladizê, Dêrelok û bajarên din kampên komkirinê yên Sadam bûn. Hemû gund vala kiribûn û kom kiribûn. Niha jî PDK’ê gund vala kirin û li vê derê kom kirin. Mîna girtîgehekê endamên van eşîran li vir radigirin. Herêmên wan jî dide dewleta Tirk, ewlehiya xwe jî di pratîkê de dixwaze radestî leşkerên Tirk bike. Hemû herêmên van eşîran dixwaze bi dewleta Tirk re ji bo ewlehiya xwe ji nû ve plan bike û serweriya xwe ava dike.
Li holê rêveberiya Başûrê Kurdistanê nîne. Li holê pirsgirêka ewlehiya eşîra Barzanî heye. Niha bi êrişa heyî re hîn bêhtir dixwaze vê bike.
Mijara duyemîn jî bêguman qezenca rojane ye. PDK di van êrişan de berjewendiyeke çawa dibîne? Bi dewleta Tirk re xwe dispêre atmosfereke êrişan û qaçaxçitiya petrolê dikin. Li ser herêmê serwer bûne. Mînak tê gotin ku qezenca rojane ya ji deriyê Xabûrê milyonek dolar e. PDK dest datîne ser vê qezencê. Berê bi kurên Saddam Huseyîn re qaçaxçitî, bazirganiya veşartî dikirin. Piştre eşkere bû.
Niha jî bi dewleta Tirk, bi malbata Tayyîp Erdogan û AKP’iyên din re vê bazirganiyê dikin. Qaçaxçitiya petrolê dikin û her roj bi milyonan dolar qezenc dikin. Eşkere bû ku ji Stenbolê het Washîngtonê mal û milkên Barzaniyan çi ye û li ku derê razemenî kirine. Berê dihate gotin ku tenê li Stenbolê ye. Niha eşkere bû ku li Washîngtonê jî razemeniya wan heye. Bala xwe bidinê ti ji wan li Kurdistanê, li Başûrê Kurdistanê razemeniyê nakin, ji bo rêveberiya Kurd xerc nakin. Li van deveran bûne milyarderên dolaran. Ne tenê Barzaniyek, ne tenê Nêçirvan û Mesrûr Barzanî, gelek Barzanî bi vî rengî li wan hatiye. Hewl didin xanedaniyeke Barzanî û şebekeyeke berjewendiyan ava bikin. 30 sal in di bin navê statuya Başûrê Kurdistanê de mêtingeriyeke bi vî rengî pêk tînin. Dawiya dawî li Başûrê Kurdistanê êdî kêr gihîştiye hestî. Gihîştiye wê astê ku bi komî rabe ser piyan. PDK bûye şebekeyeke bi vî rengî ya berjewendiyan. Ewlekariya xwe bi dewleta Tirk spartiye, êdî li hemû eniyan Barzanî leşkerên Tirk li ser sînor bi cih dike. Di heman demê de qaçaxçitiya petrolê dike. Bi cihêrengî têkiliyên bazirganiyê dewam dike. Başûrê Kurdistanê bi hevkariya AKP-PDK’ê tê şêlandin. Divê bi taybetî gelê Başûrê Kurdistanê vê bibîne. Rewşenbîr û siyasetmedarên Başûrê Kurdistanê divê vê yekê bibînin.
Yanî ji Bradostê heta Heftanînê (herêma eşîra Gulê ye) herêm bi temamî ji dewleta Tirk re hate firotin. Li aliyê din ewqas talankarî heye. Li ber dagirkeriyê ranabe, berevajî piştgiriyê dide. Ji ber ku bi dagirkeran re qaçaxçitiyê dikin, pereyan qezenç dikin, berjewendiyên xwe tê de hene. Ev yek rewşeke eşkere ye. Divê ev rastiya PDK’ê baş bê dîtin.
Şer wê li Kurdistanê, Tirkiyeyê, li herêmê û cîhanê encameke çawa bi xwe re bîne?
Bêguman ev yek bi wê ve girêdayî ye bê şerê heyî çawa bi encam bibe. Ji ber ku nediyar e bê şer çawa bi encam bibe. Eger di şer de dewleta Tirk bi ser bikeve, ku ihtimaleke gelekî lawaz e, bila kes nebêje ihtimaleke wiha nîne. PKK wê bi her rengî li ber xwe bide, her tim bi ser bikeve. Belê, xeteke bi vî rengî ya PKK’ê heye. Ji bo serketinê jî wê heta dawiyê têbikoşe. Lê belê hêza li hember ne tenê dewleta Tirk e, PDK ye. Ne tenê dewleta Tirk û PDK ye, her wiha DYE û NATO ye. Yanî hêzeke gerîla bi tivingê çil sal in li dijî sîstemeke leşkerî ya mîna NATO’yê şer dike. Niha ev sîstem bi hemû hêza xwe êriş dike. Lewma divê mirov qala vê ihtimalê jî bike. Qet nebe em dikarin vê bêjin: Armanca dewleta Tirk ev e. Armanca faşîzma AKP-MHP’ê serketin e, tunekirina PKK’ê ye. CHP, Îyî Partî jî ji bo vê piştgirî dan.
Li Tirkiyeyê kî li ber vî şerî ranabe, kî şerê vî şerî nake, hingî piştgiriyê dide vî şerê qirkirinê yê AKP-MHP’ê. Divê her kes bi vê zanibe. Li ser vê bingehê armanca dewleta Tirk û AKP-MHP’ê serketin e. Ji bo serketinê êriş dikin. Dixwazin van qadan dagir bikin, gerîla bieciqînin, PKK’ê tune bikin. Armanca wan bi vî rengî ye. Eger armanca xwe bi ser bixînin wê hingî çi bibe? Eger PKK tune bibe wê dor bê rêxistinên din ên Kurdan. Kes nikare ji vê rizgar bibe. Di serî de PDK, dewleta Tirk wê êrişî hemûyan bike. Tayyîp Erdogan çend caran got ku bi destûra ji bo statuya heyî ya Başûrê Kuridstanê şaşitî hatiye kirin. Herî zêde rêveberiay Tayyîp Erdogan li ber referandûma 2017’an rabû. Em vê baş zanin.
Berê Yaşar Buyukanit û Îlker Başbûg li ber radibûn, niha eşkere bû ku Tayyîp Erdogan û AKP jî li ser heman xetê ne. Ew jî bi heman rengî li ber radibe. Lewma jî şerê li dijî PKK’ê şerê ji bo qirkirina Kurdan e. Yanî şerekî dagirkerî û qirkirinê ye. Gotina ‘Em li dijî terorê, li dijî PKK’ê şer dikin’ derew e. Bila kes bi vê nexape. Lewma qirkirineke Kurdan e. Eger gerîla bê tunekirin, PKK bê têkbirin wê dor were Kurdan hemûyan, wê komkujî, qirkirin bê serê Kurdan, wê rêxistinî û destketiyên Kurdan hemû bêne tunekirin. Bêguman xisara herî mezin wê bigihêje Başûrê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê. Yanî ti ji statuyên Kurdan ên heyî wê nemînin. Wê hemû tune bibin û bikevin bin serweriya Tirkiyeyê, wê bikin Tirk.
Me got, eger Kurdistan bikeve vî halî wê dor were Ereban. Bûrjûva, sermayeya Tirk, rêveberiya heyî ya dewleta Tirk, hêzên ku AKP-MHP’ê bi rê ve dibin, dixwazin ku careke din Ereban bixin bin bandora xwe û bigihêjin hêza Osmanî. Ev ne tenê xeta AKP-MHP’ê ye, xeta dewleta Tirkiyeyê ye. Siyaseta hêza ku jê re dewleta kûr tê gotin ev e, xeta wan a stratejî ev e. Lewma di şerekî bi vî rengî de eger dewleta Tirk bi ser bikeve Kurd wê bêne qirkirin, Tirkiye jî wê bikeve bin rejîmeke herî giran a teror û zextê, dîktatoriyê. Rojhilata Navîn wê bikeve bin bandora Tirkiyeyê, li cîhanê wê siyaset û mejiyê faşîst-qirker serwer bibe. Dewleta Tirk a ku Kurdan qir bike û herêm xistibe bin serweriya xwe, wê siyaset û mejiyê xwe yê faşîst-qirker li tevahiya cîhanê serwer bike. Eşkere ye ku ev yek wê ji bo cîhanê bibe felaketeke mezin. Lê belê ne rewşeke ku pêk neyê. Hîtler li cîhanê çawa serwer bû? Em baş zanibin û ji bîr nekin! Divê mirov dewleta Tirk sivik nebîne. Divê kes biçûk nebîne.
Bêguman encameke duyemîn a vî şerî heye, bêguman dibetiya herî mezin jî ev e. Em dibêjin wê sedî sed bi vî rengî bibe û em ê di vî şerî de teqez bi ser bikevin. Weke tevger me ev yek her tim anîn ziman. Şikestina êrişên dewleta Tirk, AKP-MHP’ê ya li Avaşîn û Zapê tê wateya têkçûna vê êrişkariyê. Ev dibetî gelekî xurt e. Sala 2008’an bi vî rengî bû, beriya wê jî bi vî rengî bû. Ji sala 1983’an û vir ve di piraniya êrişên derveyî sînor de rewşe bi vî rengî bû. Dewleta Tirk derba herî giran li vê derê xwar û êrişên wan li vê derê şikestin. Wê careke din bişikên.
Eger ev êrişkarî li Zapê û li Avaşînê bişikê wê çi bibe? Faşîzma AKP-MHP’ê wê yekser hilweşe, li Tirkiyeyê wê pêvajoyeke nû destpê bike, rewşeke demokratîk wê biafire. Ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê wê pêşketineke mezin pêk were. Tirkiyeya demokratîkbûyî wê bandoreke demokratîkkirinê li herêmê, li cîhanê bike. Tirkiyeya demokratîk wê bibe Rojhilata Navîn a demokratîk, Rojhilata Navîn a demokratîk jî wê bi xwe re Konfederalîzma Cîhanê ya Demokratîk bîne. Wê mêtingerî û zexta faşîst a sîstema modernîteya kapîtalîst ji holê rake. Mirovahî wê ji zexta sîstema modernîteya kapîtalîst rizgar bibe ku ev sîstem kanserê, nexweşiyê, şer diafirîne.
Bêguman roleke bi vî rengî ya şerê li Zap û Avaşînê heye. Ji xwe navê wê ‘kîlît’ lê kiriye. Yanî wê li derekê bigire, li derekê veke. Jê re şerê man û nemanê hate gotin. Rast e. Ji bo Kurdan, ji bo gelên Tirkiyeyê, Rojhilata Navîn jî bi vî rengî ye, ji bo mirovahiyê bi temamî bi vî rengî ye. Di heman demê de ji bo faşîzma AKP-MHP û dewleta Tirk jî bi vî rengî ye. Şerekî ku ji bo her kesî li man û nemanê asê bûye. Di encama şer de wê aliyek tune bibe, aliyê din jî wê armancên xwe bi ser bixîne. Şerekî bi vî rengî diqewime. Şerê ku niha li Zap û Avaşînê diqewime bi vî rengî ye.
Sala 2008’an jî bi vî rengî bû. Wê demê êrişa destpêkê ji vir destpê kiribû. Şer li vê qadê destpê kiribû. Wateya xwe bi vî rengî bû. Şerê li qadên din ji vê re bûn amadekarî, niha li ser heman bingehê bi heman rengî şerek diqewime ku li man û nemanê asê bûye. Encamên vê wê gelekî mezin bin. Encmaên wê yên siyasî û leşkerî wê li Kurdistanê, Tirkiyeyê, Rojhilata Navîn û cîhanê mezin bin. Eger şer bi serketina gerîla bi encam bibe wê Tirkiye, Rojhilata Navîn û cîhanê demokratîk bibe, wê mirovahiyê ber bi jiyana azad ve bikişîne, hebûn û azadiya Kurd bi ser bixîne; bêguman eger êrişkariya dagirker û qirker a AKP-MHP’ê bi ser bikeve wê Kurd bêne qirkirin, li gel wê yekê wê li Tirkiye, Rojhilata Navîn, cîhanê jî felaketa faşîzmê serwer bibe. Wê zîhniyeta faşîst û siyaseta zordar serwer bibe.
Faşîzma AKP û MHP’ê ya ku piştgiriya herî mezin dide DAÎŞ’ê di 17’ê Nîsanê de êrişî Zap û Avaşînê kir. Di heman rojê de jî artêşa Iraqê êrişî Şengalê kir. Gelo ev êriş tesaduf in? Li pişt van tiştan rastiyeke çawa heye?
Êrişên ku Iraq dibe ser Şengalê têkiliya xwe bi geşedanên berê û niha heye. Di 9’ê Cotmeha 2020’an de di navbera PDK û Iraqê de peymanek hate çêkirin. Niha ev tişt tê pêkanîn. Li pişt wê jî TC hebû. Ji wê rojê û şûnde li se Şengalê zext kirin. Niha jî di 17’ê Nîsanê de bi êrişa qirkirin û dagirkeriyê ya li ser Zap û Avaşînê, artêşa Iraqê êrişî Şengalê kir. Ma mirov dikare bibêje ku ev tişt ji hev cihêtir e? Dema em dibêjin Tayyip Erdogan tevî dewleta Iraqê peymaneke hevpar çêkirine û bi hev re tevdigerin ma mirov dikare bibêje ku ev êrişên dagirker ji hev cihê ne? Mirov dikare daxuyaniyên rayedarên cihê yên dewleta Iraqê cîddî bigirin. Bêguman mirov nikare bibêje ku cîddî ne. Ev jî nîşan dide çawa bi plan tevdigerin, rêveberiya Kazimî ya niha çawa bi faşîzma AKP û MHP’ê hatiye girêdan. Iraqîbûn li ku ma? Divê hemû hêzên Iraqê li hemberî vî tiştî rabin. Divê Şîî, Sunnî û hemû siyaseta Iraqê li dijî vî tiştî bin.
Em bala xwe bidinê dema li Iraqê êrişên DAÎŞ’ê pêk hat, du cih hebûn ku li hemberî van êrişan li ber xwe dan û DAÎŞ têk birin. Yek jê Şengal a din jî Mexmûr bû. Niha dora Mexmûrê hatiye girtin, artêşa Iraqê êrişî Şengalê dike. Dewleta Iraqê êrişî her du deran dike. Dema ku Mûsûl kete destê DAÎŞ’ê, dewleta Iraqê heta Bexdayê reviya, li hemberî DAÎŞ’ê gelê Mexmûr û Şengalê li ber xwe dan û rûmeta Iraqê rizgar kirin. Wan kirin ku DAÎŞ cara pêşîn têk biçe. Niha jî wekî ku dûmahîka êrişa DAÎŞ’ê ye, wekî ku tola berxwedan û serfiraziya li hemberî DAÎŞ’ê tê stendin, wekî ku serfiraziya li hemberî DAÎŞ’ê sûc e êrişî Mexmûr û Şengalê tê kirin. Gelo tu aliyekî vê meseleyê heye ku mirov qebûl bike?Piştre li Mûsûlê li dijî DAÎŞ’ê şer hate kirin û Mûsûl ji DAÎŞ’ê hate stendin. Gelê Şengalê li hemberî DAÎŞ’ê şer kirin, Şengal rizgar kirin. Dixwazin ciha ku rizgar kirine, bi rê ve bibin. Li wê derê civakeke Kurd heye. Çima hinek cihên din ên Başûrê Kurdistanê xweser û cihê ye û çima Kurdbûna li Şengalê ne cihê ye û nikare xwe bi rê ve bibe. Li wir civaka Êzidî ya Kurdan heye ku 73 ferman hatiye serê wan. Ev civak dixwaze li ser bingeha xweseriyê bawerî û çanda xwe bijî û wekî parçeyekî Başûrê Kurdistanê û Iraqê xwe bi rê ve bibe. Çima li dijî vî tiştî derdikevin? Ma gelo ev tişt li dijî demokrasî û azadiya Iraqê ye? Berevajî wê pîvana demokrasî û azadiya li Iraqê azadî û xweseriya Şengalê ye.
Nexwe ev êriş gelekî xerab bin. Hemû Iraqê dikevin bin berpirsyariya wê. Başûrê Kurdistanê di binê tohmetê de dihêle. Rêveberiya Kazimî û PDK’ê dike şirîkên faşîzma AKP û MHP’ê û pê re wan dike hevkar. Divê hemû gelên me yên Başûrê Kurdistanê û hemû siyasetmedarên Iraqê li dijî vî tiştî derkevin. Divê tu kes nehêle ku ev rûreşî were ser wan. Gelê Şengalê li ber xwe da û nehişt ku rûreşî were ser Iraqê. Gerîlayên HPG û YJA Starê li ber xwe dan û destûra vî tiştî nedan. Em dikarin vî tiştî bibêjin civaka Êzidî xwe bi rêxistin kiriye. Heta ku dixwazin bila dîwaran lêkin, bi têlan dora wan bigirin, ev gel wê heta şexsên dawîn li ber xwe bide. Ev wisa tê dîtin û daxuyaniya wan wisa ye. Li gorî me ev tişt watedar e û hurmeta me jê re heye.
Me her carê got PKK her dem bi gelê Şengalê re ye, bi gelê Kurd ê Êzidî ye. Êrişên li ser wan êrişên li ser PKK’ê ye. Ji ber vê PKK wan êrişan wekî li ser xwe dibîne, wê helwesta xwe wisa diyar bike. Divê her kes bi vî tiştî bizanibe.
Di vî şerî mezin de yê ku ji bo hebûn û azadiya gelê Kurd tê kirin, peywira kesan çi ne? Li gorî we divê çi were kirin?
Me wate û hedefa êrişa 17’ê Nîsanê diyar kir. Ev dibe dûmahîka êrişa di 23’ê Nîsana 2021’an de hatibû destpêkirin. A rast di Tebaxa 2016’an de li Çelê û Zapê êrişên dagirker hatibû destpêkirin û ev dibe xeleqa dawîn a êrişên dagirker. Bi vê êrişê re dixwazin Herêmên Parastinê yên Medyayê tune bikin, gerîla têk bibin, gelê Kurd qir bikin. Li hemberî van êrişan gerîla şeş salan bi qehremanî li ber xwe da. Bi hezaran şehîd da. Li Heftanîn, Metîna, Zap, Avaşîn, Cîlo, Xakurkê û Garê li ber xwe da û bi ser ket. Di nav van berxwedanan de ya herî watedar û dawîn berxwedana li Zap û Avaşînê ya li hemberî êrişa li ser 17’ê Nîsanê ye. Ji bo gelê Kurd ev şerekî wisa ye ku divê divê teqez were qezenckirin. Hebûn û azadiya gelê Kurd girêdayî serkeftina di vî şerî de ye, heke di vî şerî de serkeftin çênebe wê qirkirin pêk were. Heke di vir de serkeftin pêk were wê hebûn û azadiya gelê Kurd teqez bibe. Li ser esasê azadiya Kurdan wê Tirkiye û Rojhilata Navîn demokratîk bibe. Wê Kurdistaneke nû, Tirkiyeyeke nû, Rojhilata Navîn û dinyayeke nû derkeve holê. Ji ber vê di vî şerî de peywira hemû kesan heye. Ev şer hemû kesan eleqedar dike. Di şer de serkeftina gerîla û serfiraziya wê hemû kesan eleqedar dike. Ji bo hemû kesan tê wateya serkeftin û serfiraziyê.
Divê mirov nebe temaşevanê şer û ne dûrî şer be. Tişta dîtir divê mirov şer bi tenê li Zap û Avaşînê nebîne. Divê mirov her derê wekî qada şer bibîne. Li her ciha ku faşîzma AKP û MHP’ê heye divê mirov hedefan deyne ber xwe. Li ser vî esasî divê her kes tevlî vê têkoşînê bibe.
Di vê çarçoveyê de ji bo gerîla em dikarin vî tiştî bibêjin. Ya din divê hemû hêz, şervan, fermandarî û tîmên gerîla bi înisiyatîfeke mezin tevbigerin, divê derfetan baş binirxînin, divê ji cihên din bendewariyan nekin, ne li benda fermanê be. Şer dest pê kiriye, ferman hatiye dayîn. Êdî maye pratîzekirina wê. Ev jî bi înisiyatîfeke mezin dikare pêk were. Dive hemû şervanên HPG û YJA Starê wekî berpirsê vî şerî bi înisyatîfeke mezin tevbigere, hemû derfetan baş bi kar bîne û ji bo ku faşîzma AKP û MHP’ê, qirkeriya TC’yê li Zapê tek bibe, çi hewce dike divê wê bike. Gerîla divê xwe bispêre tecrube û perwerdehiya di pêvajoyên berê de, bi ruhê fedaî dagirkeriya Tirk û îxaneta Kurd li Zapê têk bibe. Divê hemû şervanên HPG û YJA Starê bizanibin ku şer ne bi tenê li Zap û Avaşînê ye. Heke operasyona TC berê xwe daye wir, ne ku wê şer bi tenê li wir be. Em li her derê şer didin destpêkirin. Me têkoşîn da destpêkirin. Me pêngava sala pêncîyemîn da destpêkirin. Ev pêngava şerê gel a şoreşgerî ye. Hemû Herêmên Parastinê yên Medyayê ji Heftanînê heta Xakurkê divê tevlî şer bibe. Divê hemû gerîlayên li Bakurê Kurdistanê têkevin tevgerê. Divê hêzên gerîla yên li bajar û deştan têkevin tevgerê. Li hemberî faşîzma AKP û MHP’ê divê her der bibe cihê şer û qada berxwedanê. Roj ne roja temaşekirinê ye. Roj roja stendina peywiran, pratîk, lêdana dijmin û bidestxistina serfiraziyê ye.
Divê em bi vê bîr û baweriyê, bi vî ruhî tevbigerin. Beriya her tiştî wê pêşengtiya gerîla wisa tevbigere, hemû gerîla wê li her derê li dijmin bixe ji bo ku dijmin bi hemû hêza xwe nikaribe li Zap û Avaşînê bide. Wê dijmin mecbûr bimîne ku hêza xwe ji hev belav bike. Berxwedêrên Zap û Avaşînê jî wê xwe bispêrin vî tiştî û serfiraziyên mezin bi dest bixin.Ev têkoşîn ne bi tenê têkoşîna gerîla ye. Ev êriş li ser hemû gel e, li hemberî hebûna gelê Kurd e, li hemberî pêşeroja gelê Kurd e. Berxwedana li hemberî vê êrişê jî, ne bi tenê berxwedana gerîla û pêşengtiya partiyê, berxwedana hemû gelê Kurd e. Gelê Kurd divê li her derê li ber xwe bide, têbikoşe, li her çar parçeyên Kurdistanê, gelê me yê li derveyî welat, divê têkevin nav têkoşîna ku faşîzma AKP û MHP’ê teşhîr dike. Divê her kes piştgirî û hêzê bide vî şerî, têbikoşe. Rêber Apo digot ‘Kesên nikarin tiştekî bikin, divê ji bo serfiraziya gerîla,têkoşîn û partiya me dia bikin’ Ev bi xwe jî girîng e.
Ciwanên Kurd divê peywir û berpirsyariyeke mezin werbigirin. Têkoşîn li her derê ye, şer li her derê ye. Li Bakurê Kurdistanê û li Tirkiyeyê divê ciwanên Kurd berpirsyariyeke mezin bistîne, divê li her derê çalak bin. Fermandariya me ya Biryargeha Navendî daxuyanî da. Got her der qada şer e. Divê ciwan karibin li her derê her cure çalakiyê bikin. Dikarin di warê ekonomîk, siyasî û leşkerî de derbê li faşîzma AKP û MHP’ê bixînin. Yên bixwazin dikarin tevlî nav gerîlayan bibin. Divê her der wekî qada têkoşînê, hemû ciwan xwe wekî hêza şer a berxwedanê bibîne, li her derê derfetan bi dest bixe û li hemberî faşîzma AKP û MHP’ê çalakiyan bikin.
Divê rewşenbîr, hunermend, nivîskar, siyasetmedar û hemû Kurdistan li hemberî vê dagirkerî û îxanetê bibin yek û têbikoşin. Bi taybetî helwesta gelê Başûrê Kurdistanê û têkoşîna wê gelekî girîng e. Herêmên Parastinê yên Medyayê erdnîgariya herî stratejîk a Başûrê Kurdistanê bû. Ji çar paran parek bû. Tê wateya ku vê erdnîgariya herî stratejîk ango ji çar paran pareke Başûrê Kurdistanê firotine TC’yê. Gelo wê Iraqî vî tiştî qebûl bikin, wê gelê Başûrê Kurdistanê qebûl bike? Heke wê qebûl nekin divê ser xwe, helwesta xwe nîşan bidin û têbikoşin. Gelo wê siyasetmedarên Başûrê Kurdistanê qebûl bikin? Bêguman divê qebûl nekin. Divê ji bo wê têbikoşin. Divê hemû nivîskar, rewşenbîr û siyasetmedarên Kurd li hemberî vê rewşê helwesta xwe diyar bikin. Nabe ku bibêjin divê mirov li hemberî vî tiştî ne hişk be û ev jî siyasetek e. Ev ji îxanetê xerabtir e. Dixwazin ku bobelatekê bînin serê gelê Kurd. Divê destûra vî tiştî neyê dayîn.
Ji aliyê din ve jî yek ji hêza ku dikare di pêvajoyeke wisa de rola xwe bi ci bih bînin, ciwan, jin û hêzên şoreşger û demokratîk ên Tirkiyeyê ne. Êrişên li ser Zap û Avaşînê tê wateya teror û zextên faşîst ên li Stenbol, Enqere, Îzmîr û Behra Reş. Tê wateya ku wê li van deran girtin, bêkarî û birçîbûn pêk were. Jixwe birçîbûn gelekî zêde bûye. Li hemberî şerê ku faşîzma AKP û MHP’ê biriye ser Zapê yek ji qada ku divê herî zêde têbikoşe û li ber xwe bide, qada Tirkiyeyê ye. Divê ciwanên Tirkiyeyê, hêzên şoreşger û demokratîk, dostên me yên di nav HBDH’ê de karibin vê pêvajoyê veguherînin pêvajoya berxwedan û serhildanê. Em dikevin 1’ê Gulanê. Bi rastî jî 1’ê Gulanê divê karibe berxwedaneke nû derxîne holê. Divê serhildana ku karibe vê feraset û siyaseta qirker a li Tirkiyeyê hilweşîne, derkeve holê. Divê hemû beşên civakê yên xeynî alîkarên faşîzma AKP û MHP’ê bizanibin ku ev şer ji bo wan jî wê tiştekî diyar bike. Gelo wê di nav faşîzmê de li ber xwe bidin an jî wê di bin banê demokrasiyê de bi azadî bijîn? Ji bo ku di nav demokrasiyê de bi azadî bijîn divê faşîzma AKP û MHP’ê têk biçe. Ji ber vê jî divê herî zêde gel, hêzên şoreşger û demokrasiyê yên Tirkiyeyê tevlî têkoşînê bibin.
Me ji bo civaka Ereban jî diyar kir. Piştî Kurdan wê dor were ser Ereban. Dema Ereb jî xistin bin kontrola xwe wê dor were ser Îranê. Dixwazin xeyalên berê yên Tirkiyeyê dîsa zindî bikin. Wê demê divê rewşenbîr, nivîskar, siyasetmedar, hêzên şoreşger û demokratîk ên Rojhilata Navîn û ên Îranê li hemberî vê êrişkariya faşîst bin, divê piştgiriyê bidin Têkoşîna Azadiyê ya Kurdan û gelê Kurd. Divê xwe dûrî şer nebînin wê sibê dor were ser wan jî. Heke naxwazin dor were ser wan ji bo têkbirina faşîzma AKP û MHP’ê ya li Zapê divê piştgiriyê bidin.
Bi rastî dinyayeke wisa dixwazin ku çawa Ermen qir kirin wisa Kurd jî hatine qirkirin, yan jî dinyayeke wisa dixwazin ku xwe dispêre azadiya Kurdan û her kes dikare bi azadî lê bijî. Şerê li Kurdistanê ne bi tenê Kurdan hemû kesan eleqedar dike. Heke Kurd werin qetilkirin, li dinyayê tu kes nikare azad bibe û demokrasiyê bijî. Lê hebûn û azadiya Kurdan wê li her dera dinyayê mirovan azad û demokrat bike. Ji ber vê divê her kes rastiyê bibîne, li hemberî faşîzma AKP û MHP’ê divê di asta global be helwesta xwe diyar bike, li hemberî DYE û NATO ya ku piştgiriyê dide wê jî têkoşîneke xurt nîşan bide. Ev ne ji bo piştgiriya Kurdan e, ji bo ku her kes li dinyayê bi azadî bijî ev tişt hewce ye.
Wekî encam dikarim vî tiştî bibêjim. Di Sibata 2008’an de Yaşar Buyukanit û Îlker Başbûg êrişî Zapê kirin. Xwestin li wir bi ser bikevin. Encam bû têkçûn. Bandora artêşa Tirk a li ser siyasetê bi têkçûna li Zapê ji holê rabû. Ev bû tiştekî girîng. AKP di wir de bi ser ket û bû destilatdar. Niha jî rêveberiya Erdogan û AKP û heman siyasetê dikin. Ciha ku Îlker Başbûg û Yaşar Buyukanit êriş kiribûn, îcar jî ew êriş dikin. Tişta ku wan nikaribûn bikin, ew dixwaze bike. Lê divê ji bîr neke, aqûbeta wan wê were serê wî jî. Çawa ku Yaşar Buyukanit û Îlker Başbûg li Zapê têk çûn wê faşîzma AKP û MHP’ê jî li Zapê têk biçin. Şerê Zapê şerê dawîn e. Wê ev şer faşîzma AKP û MHP’ê hilweşîne. Wê ji niha û şûnde tiştek nemîne ku faşîzma AKP û MHP’ê êriş bike, Ji ber wê ji bo wan şerê man û nemanê ye. Dema li Zapê têk diçe wê Enqere jî hilweşe. Ji ber vê ji bo hilweşandina faşîzma AKP û MHP’ê divê li Zapê em bi ser bikevin. Divê serkefitneke mezin be.
Li ser vî esasî em dibêjin wê faşîzma AKP û MHP’ê di êrişa Zapê de têk biçin û hilweşin. Wê gerîla li Zapê bi ser bikeve, wê ev tişt were wateya Kurdistana Azad û Tirkiyeya demokratîk. Li ser vî esasî bang li hemû kesan dikim ku xwedî li peywir û berpirsyariya xwe derkevin û li hemberî vê feraset û siyaseta faşîst têbikoşin. Em dibêjin wê serfirazî ya gerîla, gelê Kurd û mirovayetiyê be. Wê serfirazî ya me be. Ev şer li dijî faşîzmê, li dijî feraset û siyaseta faşîst û qirker wê şerê dawîn be û em ê teqez bi ser bikevin!