HESEKÊ – Li Kantona Hesekê Yekîtiya Jinên Ciwanên ji bo piştgirî dayîna berxwedana Gerîla meşeke girseyî li darxistin û beşdarbûnên xwe yê ji bo seferberiyê ragihandin.
Meşa Yekîtiya Jinên Ciwan li Kampa Waşokanî (SerêKaniyê) ya girêdayî kantona Hesekê, ji bo berxwedana gerîla meşiyan û bi daxuyanekê beşdarbûna xwe ya ji seferberiyê re misoger kirin. Di dawiya meşê de li ser navê Yekîtiya Jinên Ciwan Daxuyanî hate dayîn.
Di daxuyaniyê de bal kişandin ser îxaneta PDK’ê, daxuyanî wiha ye;
Ji Bo Raya Giştî
“Li ser navê Yekîtiya Jinên Ciwan ên Kampa Waşokanî (Serêkaniyê), em êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker û hevkarên wê PDK’ê yên ser Herêma Parastina Medya şermezar dikin. Di heman demê de Hikumeta Îraqê ya ku dîwaran ser sînora di navbera Şengal û Rojava de avadike dîwarên qirkirinê ne. Ev berxwedana ku gerîlay li çiyayên kurdistanê dike, mafekî rawa ye, em jî weke jinên ciwan vê berxwedanê hembêz dikin û vê berxwedaniyê hîn jî mezintir dikin. Em azadiya xwe di azadiya gerîla de dibînin. Dewleta Tirk jî bi zanebûn çekên ku di navnetewî de qedexeye (Çekên Kîmyawî) li hemberî gerîla bikartîne. Ev hemû êrîşên dewleta Tirk ya dagirker li pêşiya çavên tevahî dinyayê tê kirin, lê her kes çav û guhên xwe lê digire, her kesî jî alîkariya wî dike, di serî de jî PDK’ê pêşengtiya vê dijminatiyê dike.”