EFRÎN – Li Efrîna dagirkirî Çeteyên Asayîşa Sivîl 3’ê welatî revandin.
Li navçeya Raco a girêdayî bajarê Efrînê ji aliyê Çeteyên Asayîşa Sivîl ve 3’ê welatî hatin revandin. Çavkaniyê ku ji herêmê hatî ragihandin dide diyarkirin ku, di 21.4.2022’an de çeteyên dewleta Tirk ya dagirker ji heman malbatê sê welatî revandin.
Welatiyên ku hatine revandin navê wan li gor hatî zalel kirin bi vê rengî ye; Menan Bîlal Hemo ku 40 saliye, Dayan Bîlal Hemo ya 30 salî û Remzî Reşîd Hemo ya 27 salî ye. Welatiyên ku hatine revandin ji gundê Dîkê a girêdayî navçeya Raco a bi ser bajarê Efrînê ve ye.
Çevkanî diyar kir ku çeteyan Asayîşa sivîl bê sedem welatî revandin e, ew birin navenda xwa ya li navçeya Bilbilê û heta niha çarenûsa wan ne diyar e.