NAVENDA NÛÇEYAN – Yekîtiya Jinên Ciwan ên herêma Firatê li dijî hemû êrîş û dagirkeriya ser çiyayên Kurdistanê bi meşeke girseyî helwesta xwe zelal kirin.
Yekîtiya Jinên Ciwan ên herêma Firatê li bajarê Eynîsayê meşeke girseyî, bi beşdariya dehan jinên ciwan hat li darxistin. Jinên ciwan di vê meşê de helwesta xwe ya li dijî dagirkerî û îxanetê ve nîşandan. Di heman demê de jinên ciwan yên ku beşdarî meşê bûn bang li tevahî jinên ciwan ên Bakur-Rojhilatê Sûriyê kirin ku her kes seferber bibe û xwedî li gerîla derbikevin û çiyayên kurdistanê bi gerîla re biparêzin.
Herî dawî jinên ciwan dan diyarkirin ku Gerîla Rûmeta Gelê Kurde, ji bo vê divê her kes li gerîla xwedî derkevê.