ŞIRNEX – Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevserokên Giştî yên Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Nûran Îmîr, Hasan Ozguneş, Remziye Tosûn, Ayşe Surucu, Siddik taş, rêveberên Tevgera Jinê ya Azad (TJA), Meclîsa Dayikên Aştiyê, HDP û DBP’ê jî di anv de bi hezaran kesên ji Mêrdîn, Sêrt, Êlih û Amedê bi rê ketin, li bajarokê Tilqebîn ê navçeya Silopiyayê ya Şirnexê li hev civiyan.
Bi hezaran kesên ku ji bo şermezarkirina êrişên dagirkeriyê yên AKP-PDK’ê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê li hev civiyan, ber bi Deriyê Sînor ê Xabûrê ve dimeşin.