LÛZERN – Tevgerên Ciwanên Kurd ên li Ewropayê Tevgera Jinên Şoreşger (Teko-Jin) û Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) amadekariyên Festîvala Ciwanan a Hasan Kiziler ku her sal bi kevneşopî li Swîsreyê tê lidarxistin, didomînin. 13’emîn Festîvala Şehîd Hasan Kiziler ku îsal bi şîara “Sal Sala Serkeftinê ye, Werin Cenga Azadiyê“ dê di 15’ê Gulanê de li bajarê Lûzern ê Swîsreyê bê lidarxistin.
Rêxistinên ciwanan bi daxuyaniyeke hevpar bernameya festîvalê aşkera kirin.
Ji bilî bernameya hunerî, tûrnûvayên futbol û voleybolê jî tên organîzekirin.
Tûrnûvaya Futbolê ya ku dê di çarçoveya bernameya festîvalê de bê lidarxistin bi navê Şoreş Amed, Tûrnûvaya Voleybolê jî bi navê Berjîn Zenda tê lidarxistin.
Aktîvîstên Teko-Jin û TCŞ’ê dan xuyakirin ku ji bo ciwanên Kurd ên li Swîsreyê dijîn, neyên pişaftin û ji nirxên xwe yên bingehîn dûr nekevin, ew ê timî di nava hewldanan de bin û ev tişt gotin:
“Ji bo ciwanên Kurd neyên pişaftin, ji çanda xwe dûr nekevin û ji bo çanda Kurdî li her cihê belav bikin li Swîsreyê di bin navê entegrasyonê de festîval tê lidarxistin. Ciwan wê bi nasnameya xwe ya ciwanan, beşdarî vê festîvalê bibin.
Tûrnûvaya Futbolê ya ku wê beriya festîvalê pêk were bi navê Şoreş Amed, Tûrnûvaya Voleybolê jî bi navê Berjîn Zenda ye. Tûrnûvaya Futbolê ya Şoreş Amedê di 1’ê Gulanê de li Lûzernê tê lidarxistin. Maça fînalê ya tûrnûvayê dê di 15‘ê Gulanê de li festîvalê bê lîstin. Tûrnûvaya Voleybolê wê di 7’ê Gulanê de li Kantona Zurîhê were lidarxistin. Serlêdanên tûrnûvayan wê heta rojek beriya destpêkirina tûrnûvayê dewam bikin.
Di bernameya festîvalê de ji bilî tûrnûvayan dê kişik û tenîsa maseyê jî cih bigirin.
Di festîvalê de wê Bengî Agirî, Serhado, Devrîm Demir, komên navdar ên wekî Umuda Haykiriş û Koma Zelal wê derkevin ser dikê.
Her wiha wê Koma Govendê ya Swîsreyê jî derkeve li ser dikê.“
HASAN KIZILIER KÎ YE?
Hasan Kiziler yek ji xebatkarên rojnameyên Roja Ciwan/Stêrka Ciwan û Berxwedanê bû û sala 1995’an tevlî nava refên PKK’ê bû. Hîn mehek bû ku di nava refên gerîla de bû, lê belê ji ber bomberdûmana balafirên şer ên artêşa Tirk li herêma Xakurkê tevî 7 hevalên xwe şehîd bû. Li Swîsreyê her sal bi navê Kiziler festîvala ciwanan tê lidarxistin.