LÎMASOL – Endamên Meclîsa Gelê Kurd a Kibrisê, li dijî êrîşên dagirkirinê yên dewleta Tirk û îxaneta PDK’ê li Parka Molozê stand danî.
Di daxuyaniya çalakiyê de bal hat kişandin li ser helwesta PDK’ê û wiha hat gotin: ‘Eger mirov bibêje îxanet, ne pir rast e. Ji ber ku ev hişmendî her tim di bin fermana serdestan bûye, ketiye hewldana bazarkirina Kurdistanê û nirxên Kurdistanî. Di vî warî de erka dîrokî ya me hemûyan e ku em şer rast pênase bikin û li gorî wê helwestekê diyar bikin. Em koroya zarokan û stranbêjên xwecihî, li aliyê berxwedêrên di vî şerî de cîh digirin. Berxwedêr wê mohra xwe li dîrokê bixin.’’