NAVENDA NÛÇEYAN –
Berxwedêriya pîroz, şerê me yê vejînê Newroza xwe ya 25. bi serkeftineke mezin hêza pêşwazîkirinê nîşan daye. Ger em ketina mezin a dîrokî bi hilweşandina Med’an re bidin destpêkirin, ev şaristaniyeke Mezopotamya bû piştî ketina 2500 salan, ev bîst û pênc salên belkî jî tam bersiva wê ye û her saleke wê sedsalekê peyda dike, bi rastî jî vejînek e, û pir nêzîkê rizgariyê bûye.
Ger em fêm bikin, em ji kû hatine û hatine êxistin rewşeke çawa, em karibin bihizirin, divê em bibin çawa û bibiryar bikin, ka dikarin çi bikin, emê bibînin ku ya jê re tê gotin jiyan ji mirinê xirabtir e. Ger em bigihîjin mirovayetiya xwe û nasnameya xwe ya azad ku bi axê re têkil bûye; nefes danûsitandineke vê ya sînordar jî ka çiqas hêja ye, em neçar in ku teqdîr bikin. Ji vê jî wêdetir bi minetariyeke mezin di serî de pakrewan, her kesê ku di van salan de berxwedêriyeke watedar nîşan daye; pakrewaniyên me yên mezin ên Newrozê Mezlûm Dogan, Zekiye, Rahşan, Ronahî-Berîvan û raderbirîna dawî ya serhildanên me yên pîroz ên di salên 90’î de li Nisêbîn, Cizîr, Şirnex, Licê, Wan û li hemû Kurdistanê tevahî pakrewanên li bajêr û gundan ger em têxin puxteya vê Newrozê, emê bibînin ku divê jiyan bi awayekî dîtir were fêmkirin û şer jî bi awayekî dîtir were dayîn.
Divê li ser vê sala 25. tim bê sekinandin û wane jê bêne derxistin. Ger hebe îdîaya me ya mirovayetiyê ji bo ku em hêzê nîşanî jiyanê bidin li ser axa dayikê, divê em van salan weke salên xwe jinûve pêkanîn û afirandinê binirxînin. Dîsa em ji ramaneke pir puxtedar bigirin heya henasê danûsitandineke azad, ev sal ew salên peydakirina her tiştên wenda bûne û hatine wendakirin in. Divê hûn fêm bikin ku şer jî di bingeh de, hewldana vê ya herî dawî ye.
PKK bûyereke vejînê, bûyera roja nû û bûyera Newrozê ye
Me vala bi vê rojê re dest bi PKK’ê nekir. Di heman demê de navlêkirineke dirûst a dawî ya mirovên me yên lewaz e ku li ber sêlûna qedîm û tariya tirsnak in. Ev sozdayîna “Ezê dirûst bim” e. Di wê serdema ku ti nîşanên hêviyê tunebûn de jî çendî ku bawerî û şensê wê tunebe jî karîna gotina “ezê bi vê nasnameyê, ji bo vî sozî bijîm û heke pêwîst bike ezê şer bikim” e.
Ew roj weke îro tê bîra min: Li paytexta dijmin di qonaxa ciwanitiyê de ku bi heşifandin, bê îdîabûn û daqurtandinê re rûbirû bû, tevî hemû derfetên rakêş ên mêtîngeriyê ku li ber sêlûna paşverû û tunebûnê bûn, min vê çêtirdîtinê da çêkirin. Me ji jiyana mêtîngeriya îmhakar re got “nexêr!” Me got, ma em dest bi vê hêviya azadî ku bêhêvî û bêderfet xuya dike bikin dê çi bibe? Gaveke wisa bû ku ti kes pê bawer nedikir, çendî ku bi her tiştî wateyê didan jî, nekarîbûn wateyê bidin vê. Belkî jî di cîhan û dîrokê de hempayê wê nîn e. Me vê biryarê da. Bi du peyvan be jî, bi axa dayikê re ger jiyaneke bi nasname pêk were, me got bila ev jiyan bi azadiyê be û em ketin nava wî şerê mezin ê hêviyê.
Bêguman vê bi hîtabeke dîrokî anîna zimên ne gengaz e. Ger gengaz be dê lêkolîn û nirxandina 25 salan, teoriya wê ya ku her diçe kûr dibe derxistina holê, viyana wê, raderbirîna siyaseta wê, jiyana ku dixwaze pêş bixe, ka viyana wê ya leşkerî çi ye, çi pêk tîne? Bi van hemû aliyan ve ne yek, bi xêzkirina hezar çemberan, bi teşeyekî ku kûrtir û bilindtir dibe bi van têgihîştin, xwe dana mezinkirin û bi van salan re ji nû ve xwe afirandin pêwîst dike. A ku em jê re dibêjin rastiya Serokatiyê, bûyera rastîn a PKK’ê ev e. Ma di navê de çi tune ne, em ji mirovên heşifandî bigirin ê herî xayîn, ji dilêrên bêhampa bigirin ê herî ketî, ji yê xweşik bigirin ê herî kirêt, ê herî tirsek bigirin ê herî dilêr, ê herî mirî bigirin ê herî zindî her tişt tê de heye. Ev sal, ev salên Kurdistana nûjen derveyî PKK’ê ku her tişt diqediya, nav jî nemabû, ew tevger bû ku me digot, weke çareyeke dawî ger mirovayetiya me hebe, nasnameya û rizgariya me gengaz be, werin em vê gotûbêj bikin. Pişt re jî ew tevger bû ku me digot, ger gengaz be, xwe bigihînin biryarê û jê jî wêdetir gelo em dikarin rê vebikin li ber şer.
Îro hindik be jî me hêrsa xwe ya mezin daxistiye. Lê ji bo bingehîn şerê mezin û rizgariyê afirandina van rojan em dizanin ku weke destpêkekê ye.
Ji bo partiyên nûjen bîst û pênc sal, salên serkeftinê ne. Hema hema hemû partiyên sedsala bîstemîn ku şoreşên mezin çêkirine, vî karî deh-panzdeh sal an jî nebe di nava bîst salan de pêk anîne. Hinek bi serkeftî bûne, hinek jî bin ketine. Heta yên ku dewlet ava kirine jî dewletên xwe wenda kirine. Me nedikarîbû dewletê ava bikin, ne jî em tam bin ketine. Em di navîna herdûyan de ne. A girîng ne ev e. A girîng ew e ku gotûbêj, ronahîbûn û viyanîbûna mezin, jê jî girîngtir ka rastîn çi ne, wisa dîtinê derxistina holê ye. Ev me zêdetir eleqedar dike. Ev ji aliyekî ve ew şer e ku, li Kurdistanê li hember hêza qirêj, dagirker û îmhakar dihate dayîn. Di rastîna Kurd de ew rewşa kirêt, qedandî, ti armanc û wateya wî ya civakî ku nîn e û qasî nirxa şerê eşqiyayan jî ku şerkariya wî nemaye, li ser bingehê careka dîtir hesab pirsînê kişandina nava partiya me, ew kar bûn ku em pê dixeriqîn.
Me sînor kişande şerên bêwate. Ger şer bibe di bingehê xetê de, divê ew şer bibana ku wate û alîgirên wê hene. Vê çêkirin karekî bixêr bû. Nasname û rasteqîneke ku ewqas li dîroka xwe xiyanet kiriye, di nava mirovayetiya nûjen de hatiye tunekirin, çiqas şermîn e. Ji vê hesab pirsîn û partî avakirin ji me re pêwîst dikirin. Ev bîst û pênc sal vê yekê xweşik çarçove û çember kirin. Rastîna her tiştî ji nû ve çiqas zêde bawerî tune be, bêîdîa be û heta dinixumîne jî li virê hate gotûbêjkirin.
Tenê yek mirovekî Kurd û Kurdistaniyek nema ku nehat êxistin di nava vî bîst û pênc salî de. Yek mêtîngerek jî nema, heta împeryalîst jîxistine navê. Hemû cîhan hate kişandin; “werin şerê xwe yê Kurdistanî eşkere bikin.” Hûn hemû hatin kişandin; “werin pîvana bejn û bala xwe bigirin.” Min serkeftinê di virê de dît.
Rêberê Gelan Abdullah Ocalan