BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku hêzên YJA-Starê duh li Werxelê li hemberî komeke girêdayî artêşa Tirk çalakiyek li dar xist û di encama çalakiyê de 8 dagirker hatine cezakirin û 2 jî birîndar bûne.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ev agahî da: “Hêzên me yên YJA-Starê di 26’ê Nîsanê de danê sibê li herêma Werxelê ya Avaşînê li komek girêdayî artêşa Tirk dan. Di encama vê çalakiyê de 8 dagirker hatine cezakirin û 2 dagirker jî birîndar bûne.”