NAVENDA NÛÇEYAN – Pergalê deshilatdarî, hişmendî û feraseta wan ji dema xwe avakirine heya niha her tim şer ji bo berjewendiyên xwe weke rêbaza xwe gihandina armancê xwe bi kar anîne. Di şer de her tim jin, zarok û gel tê kuştin û qetil kirin. Tê zanîn ku Rojhilata Navîn ji bo sermayedaran cihê ku herê zêde rant li ser tê kirine. Di hundirê Rojhilata Navîn de jî welatê Kurdan; Kurdistan. Di Rojavayê Kurdistanê de ji piştî avabûnê şoreşê heya niha şerên pir dijwar tê meşandin. Lê li hember ev şerê dijwar berxwedaniyên bêhempa di asta herî jor de tê meşandin. Gelê Rojavayê Kurdistanê bi paradîgmaya ku Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bi pêşxistî, xwe bi rêxistin dikin û li ser vê bingehê xwe perwerde dikin.
Bi taybet piştî şoreşa Rojava xwe rêxistinkirina jinan bûye çavkaniyek hêzê ji bo tevahî jinên cîhanî. Di heman demê de jî li kêleka rêxistina jin ya giştî jinên ciwan jî xwe weke sazî cuda birêxistin û perwerde dikin. Jinên ciwan di hemû qadên şoreşê de cihê xwe digirin û bi awayekî pêşeng xebatên di her qadê didin meşandin.
Li ser vê bingehê jinên ciwan ên ku cihê xwe di nava xebatan de digirin ji ajansa me re axivîn û her jineke ciwan ku cihê di kîjan xebatê de digire, li gorî wê girîngiya xebata xwe dinirxînin û li ser vê bangawaziya tevahî jinên ciwan yên dîtir jî dikin, ku her kes cihê xwe di nava xebatan de bigirin û tevlî parastina şoreşê bibin.
Li ser vê esasê jina ciwan ya bi navê Solîn Ehmê ku cihê xwe di nava xebata ragihandinê de digire, ji ajansa me re axivî û girîngiya xebata ragihandinê di qada şoreşê de nirxand;
Di Modernîteya Demoqratîk de jinên ciwan xwe di nava her qadê de karîbûne bi rêxsitin bikin:
“Navê min Solîn Ehmê ye, nûçegihana ajansa hewarê me (ANHA), ev bû sê salin ez xebata ragihandinê didim meşandin. Ez niha destpêkê bi giştî rola ciwanan ya di nava şoreşê de bînim ser ziman, niha bi giştî ciwan di nava civakê de çawa hatibûn pênase kirin? Weke kesekî aqil kêm û pir belave di nava civakê de dihat pênase kirin. Bi taybet jî hêzên desthildar ciwan ji xwe re weke alevekê ku pê fikir û siyaseta xwe belav bike bikar dianîn. Hêzên kapîtalîst hertim hewldidin ciwanan ji cewhera wan û rastiya wan ve derbixînin. Li hemberî wê modernîteya demoqratîk rol, rastî û cewhera ciwanan derxist holê, bi taybet jî di nava şoreşa Rojava de ya ku bi şoreşa jin hatiye naskirin, ev rol û rastî dîsa derxist nava civakê û hêdî hêdî vê rastiyê digihîne esasê wê. Di nava modernîteya demoqratîk an jî şoreşa Rojava de jinên ciwan karîbûn di nava her qadekê de cihê xwe bigirin. Jinên ciwan bi xebatê xwe karîbûne xwe bighînin hemû jin û ciwanên cîhanê ve. Şoreşa Rojava bi ciwanan destpêkir, destpêkê derfetên pir zêde nîn bûn ku şoreş lingên xwe yên esasî bide ser, ji bo vê jî şoreşa Rojava bi kar û xebat, bi têkoşîn û berxwedana ciwanan ve destpêkir, bi taybet jî jinên ciwan. Ciwan ew kes bûn ku karîbûn ji tevahî beşên xebatê re pêşengtî bikin û armancên şoreşê pêkbînin.”
Şoreşa Rojava bi hewcet bû ku girîngiya wê ji derve re were ragihandin:
“Di heman demê de xebatê ragihandinê ji xebatên dîtir yên qadên şoreşê ne dûr û qut bû. Rola wê ya sereke bû di nivîsandina dîroka şoreşê de. Şoreşa Rojava bi hewcet bû ku berxwedana di hundirê wê de, bi taybet jî berxwedana ciwan û têkoşîna jinan hêja bû ku were nivîsandin û ji tevahî dinyayê re were ragihandin. Her çiqasî hêzên derve yên desthildar hewldan ku ciwan dûrî şoreşê bixin, ji bilî şerê fîzîkî li kêleka wê şerê taybet jî didin meşandin. Bi gelek rêbazan xwastin ciwan û jinên ciwan ve ji vê şoreşê qut bikin. bi hewldana wan derxistina ji welat xwastin qezenc bikin. Lê çawa kirin nikarîbûn armancên xwe pêkbînin, ji ber ku ciwan ji destpêka avabûna şoreşê de heya niha her di nava liv û tevgerê de ne, ji ber ku ciwanan jî xwe spartin fikirên netewa demoqratîk. Ciwan û jinên ciwan ve rastiya xwe di nava fikirên netewa demoqratîk de naskirin. Lewma jî heya niha têkoşîn û berxwedana xwe heya niha berdewam dikin.”
Ragihandin dikare bibe çavkaniya rizgariya tevahî jinên cîhanê:
“Di heman demê de hêdî hêdî di nava vê şoreşê de ciwan û jinên ciwan jî saziyên xwe yên taybet amade kirin, di nava xebata ragihandinê de jî, bi roleke mezin rabûn û di geleke aliyan jî pêşketin çêkirin, bi taybet jî ev di pêşengtiya jin de hate ava kirin. li kêleka wê jî hema bêje niha di nava xebatên giştî de sê ribê wan jin pêşengtî ji xebatê re dikin û wê xebatê bi rêve dibin, bi taybet em bal bikşînin ser jinên ciwan. Niha pir caran dibêjin wê jinên ciwan heya kîjan astê karbin dîrokê binivîsin û rastiya şoreşê derbixînin, me di destpêkê de jî dabû xuya kirin ji ber ku wê weke hêz nabînin ji bo vê wisa nêz dibin. Lê niha dema em li xebatên jinên ciwan dinêrin em tiştên dijberê ku hatine gotin dibînin. Yanê rastiya wan hate xuya kirin. Heya niha jî li ruxmî ku ewqas siyasetên qirêj ser tên meşandin, dîsa jî dev ji xebatên xwe û têkoşîna xwe ve bernedane. Bi taybet jî li hemberî vala derxistina çapemaniyên azad û bi taybet jî çapemeniya jina azad gelek hewldan tên kirin. Lê li hemberî wê jinê xwe dûrî doz û şoreşa Rojava ya ku ne tenê ji bo rizgarkirina jinên Bakur-Rojhilatê Sûriyê, ji bo rizgarkirina tevahî jinên Kurdistan û cîhanê ve. Wan bi fikir û felsefeya şoreşê bigihînin rastî û cewhera wan. Jinên ku niha cihê xwe di ragihandinê de digirin heya niha jî ji bo gihandina felsefeya şoreşê ji tevahî jinan re hewl tên dayîn.”
Ji bo xwe gihandina armancekê helbet wê zehmetî li pêşiya me derbikevin:
“Riya ku şehîdên me danîn pêşiya me, armancên ku wan danîn pêşiya xwe, em li ser wê riyê ne ku em jî wan armancan pêkbînin. Gelek zehmetî helbet wê beramberî me derbikevin. ji bo xwe gihandina armancê xwe hellbet wê zehmetî li pêşiya me derbikevin. Fikira ku Rêber Abdullah Ocalan danî pêşiya me, fikira azadiya jinê ya ku daniye pêşiya me, ku heya niha em ser wê fikir di nava şoreşê de kar dikin, emê helbet ser wê riyê dewam bikin. Heya ku em armancên şehîdên xwe, armancên doza şoreşa xwe pêkbînin, emê her di nava liv û tevgerê de bin, di nava berxwedanê bin. Weke bangek an jî nameyeke me ji bo tevahî jinên Bakur-Rojhilatê Sûriyê, di heman demê de ji bo tevahî ciwanên Rojava, Bakur-Rojhilatê Sûriyê û tevahî ciwanên Kurdistanê ewe ku xwedî li doza xwe derbikevin, xwedî li têkoşîna xwe derbikevin, bi taybet jinên ku di nava çepemeniyê de kar dikin, ew hertim ser riya rastiyê bin, her çiqasî siyasetên qirêj, polîtîkayên hêzên desthildar yên ku dixwazin jin dûrî rastî û cewhera wan bixînin jî, divê jin dev ji doza xwe bernede û ji bo dîroka jinê rûpelên nû yên zêrîn vebikin û vê şoreşê bighînin tevahî jinên cîhanê ku ev şoreş bibe çavkaniya rizgariya tevahî jinan.”