HELEB – Ji rêzeçalakiyên şermezarkirina êrişên artêşa Tirk a dagirker li ser Başûrê Kurdistanê, Yekitiya Jinên Ciwan a Helebê îro daxuyaniyek da. Yekitiya Jinên Ciwan di daxuyaniya xwe de seferberî ragihand û sinîvzyonek der barê berxwedana gerîlayan de pêşan da.
Daxuyanî ji aliyê endama rêveber a yekitiyê Nadya Yûsiv bi amadebûna bi dehan endamên yekitiyê û ciwanên bajarê Helebê ve hat xwendin.
Beşdaran di dema xwendina daxuyaniyê de, alên PKK’ê, HPG’ê û YJA Star’ê û wêneyên rêber Ocalan hildan.
Di daxuyaniyê de bal li ser êrişên artêşa Tirk a dagirker li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê yên bi armanca şikandina berxwedana gerîla hate kişandin.
Her wiha hat diyarkirin ku êrişên artêşa Tirk a dagirker li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê bi armanca qutkirina têkiliyên di navbera gelê Kurdistanê û gerîlayan de ye.
Di daxuyaniyê de hat tekezkirin ku ji ber ku dagirkeriya Tirk bi hemû çekên xwe li hember berxwedana gerîla têk çûye, çekên kîmyewî bi kar tîne.
Her wiha di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku PDK’ê û hemû aliyên alîkariya dewleta Tirk a dagirker dikin weke xayin hatin binavkirin.
Her wiha hat gotin ku gelê Kurdistanê ji bo parastina destkeftiyên xwe her tişta ji dest bê, wê bikin.
Yekitiya Jinên Ciwan a Helebê ragihand ku endamên wan ji bo seferberiyê û tevlîbûna nava hêzên parastina Kurdistanê di amadebaşiyê de ne.
Daxuyanî bi berzkirina siloganên silavkirina berxwedana gerîla û cezakirina xayînan bi dawî bû