QELADIZ – Welatiyên Qeladizê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker daketin qadan û êrişên wê yên li ser Herêmên Parastina Medyayê şermezar kirin. Herwiha bang yekîtiyê kirin.
Li bajaroka Qeladizê ya ser bi îdareya Raperîn bi pêşengiya Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê û Rêxistina Jinên Ciwanên Têkoşer li dijî êrişên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastina Medyayê xwepêşand pêk hat.
Xwepêşandanê li nav bazarê destpê kir û li Parka Qeladizê bi dawî bû.
Di xwepêşandanê de Şîlan Omer daxuyanî xwend. Di daxwuyaniyê hate gotin ku dewleta Tirk a dagirker bi hîncetên bêbingeh êrişên xwe yên li ser Rojavayê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê berdewam dike û kirine qada şer û wiha tê gotin: “Divê gel, rêxistin û grûbên siyasî vê rastiyê bizanibin ku niha plangeriyek metirsîdar li ser tevahiya destkeftiyên gelê me heye. Dewleta Tirk jêre serkêşiyê dike û hêzek kirêkirî û beşek ji welatên cîhanê hevkariya wê dikin. Lewma pêwîste li dijî derkevîn.”