NAVENDA NÛÇEYAN – Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Nûrî Mehmûd têkildarî îdiyaên PDK`ê der barê şandina amûrên leşkerî ji aliyê YPG`ê ve bo Başûrê Kurdistanê, daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:
“Roja 26`ê Nîsanê, ji aliyê Asayîşa PDK`ê ve îdiayek hat kirin. Li gorî vê îdiayê; hinek amûrên leşkerî ku ji aliyê YPG ve hatine şandin, li Dihokê hatine girtin. Tu têkiliya me bi wan amûrên leşkerî ku li Dihokê ji aliyê Asayîşa PDK`ê ve hatin girtin re nîn e. Di îdiyayê de tê gotin ku ev amûr ji aliyê yek ji berpirsiyarên YPG`ê Rodî Hisên ve hatine şandin.
Di nava YPG`ê de kesekî bi vî navî nîn e. Ev bûyer û tiştên ku ji aliyê PDK`ê ve tên gotin ne rast in. Bi rêya nûçeyên bi vê awayî PDK hewl dide ku hevkariya xwe ya bi dewleta Tirk a dagirker re binixumîne. Her wiha hewl dide ku êrişên dagirkeriyê ya dewleta Tirk rewa bide nîşandan. Di demekê de ku êrişên dagirkeriyê li ser Başûrê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêdetir bûne de, belavkirina îdiayên bi vî rengî gumanan ava dike.
Dixwaze bi nûçeyên bi vî awayî bi zanabûn şoreşa Rojava û gelê Rojava hedef bide nîşandan û zirarê bide tekiliyên wê yên dîplomatîk. PDK her wiha bi nûçeyên bi vî awayî hewl dide ku bertekên ku di raya giştî ya kurdî de li hember wê dekretine, beralî bike. Pêwîst e gelê me û raya giştî nûçeyên bi vî awayî bawer nekin.”