COLEMÊRG – Ji ber êrîşa dagirkeriyê ya artêşa Tirk a faşîst a 17’ê Nîsanê li dijî qadên gerîla 11 roj li pey xwe hişt, bertek û çalakiyên ciwanên Kurdistanê her ku diçe mezin dibin.
Bi destpêkirina êrîşên dagirkeriyê re, DGH û DGK-H’ê bang li ciwanan kirin ku bi ruhê seferberiyê tevbigerin û ev bang li tevahiya Kurdistanê ji aliyê ciwanan ve hat pêşwazîkirin û berxwedan geş bû.
Duh êvarê saet di 22:30 de ciwanên DGH’ê yên navçeya Colemergê Geverê bi kevir û fîşekên hewayî êrîşî Qereqola Polîsan ya 75’an a Geverê kirin.
Hat dîtin ku polîs ketin nava tirs û xofeke mezin, piştî bûyeran polîsan gelek kuçe û kolan girtin û nasnameyan kontrol kirin.