HESEKÊ – Dewleta Qirker ya Tirk êrişên dagirkeriyê ên ku 17’ê Nîsanê de li dijî qadên gerîla dabû destpêkirin didome. Li dijî van êrişa bertekên gel û ciwanan di asta herî jor de didome.
Li Rojava ciwan di çarçova seferberiya ku Ciwanên Şoreşger îlan kirîbû de dev ji qadan bernadin. Bi heman armancê Ciwanên Şoreşger li Hesekê meşiyan. Sedan ciwan tevlî meşê bûn.
Meşa ciwana ji aliyê şêniyên herêmê ve jî rastê eleqeyeke mezin hat. Di meşê de timûtim siloganên Bijî Berxwedana gerîla û Bijî Serok Apo hatin berzkirin.