STENBOL – Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ku sala 1999’an bi komployeke navneteweyî dîl hate girtin, ji hingî ve li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di nava tecrîdeke giran de tê hiştin.
Birayê Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlum Dînç, birayê Omer Hayrî Konar, Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim, Polat Yildirim û xwîşka Veysî Aktaş, Melîhe Çetîn ji bo hevdîtina cejnê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.
Malbatan her wiha bi rêya Serdozgeriya Komarê ya Bursayê, serî li Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F’yê jî dan.