KELAR – Li navçeya Kelar a Germiyan jinekê dawî li jiyana xwe anî. Heta niha sedema bûyerê nayê zanîn. Derbarê bûyerê lêpirsînê destpê kiriye.
Li taxa Bingirde ya navçeya Kelar a Germiyan jinek ciwan a temen 24 salî (A.M.S) xwe xeniqand. Li refa dawî ya dibistana amadeyî bû.
Berdevkê Rêxistina Têkoşîna Dijî Şîdeta Malbatî Eyub Hesîn têkildarî bûyerê ev agahî dan Rojnews’ê: “Di mala xwe de dawî li jiyana xwe aniye. Heta niha sedema bûyerê nayê zanin. Tîma polîsên belgekirinê çûn cihê bûyerê û lêkolîn kirin.”
Cîgirê Berpirsê Nexweşxaneya Lezgîn Şehîd Hejar Rizgar Letîf ji Rojnews’ê re diyar kir ku cenaze rakirîne Tiba Edlî ya Kelarê.
Berdevkê Polîsên Germiyan Elî Xemal Qidurî diyar kir ku derbarê sedema bûyerê de lêpirsîn hatiye kirin.