KELAR – Ciwan û jinên ciwan ku li dijî êrîşên dagirkeriya Tirk û xiyaneta PDK’ê têdikoşin îro daketin kolanan û meşiyan û diyar kirin ku ew amade ne heta nefesa xwe ya dawî li dijî dagirkeriyê li ber xwe bidin.
Bi hezaran welatiyên rêveberiya Germiyanê îro li ber Dibistana Leyla Qasim a li bajarokê Kelarê li dijî êrîşên dewleta Tirk û hevkariya wê PDK’ê protesto hatin kirin.
Li ser navê saziya Ciwanên Welatparêz Hesen Elî daxuyanî da û wiha got; Dewleta Tirk venaşêre ku tevahiya Başûrê Kurdistanê weke milkê xwe dibîne û armanca wî vejandina mîsakî niştimanî ye ku tevahiya xaka Başûrê Kurdistanê vedişêre, ji ber vê yekê bi hemû hêza xwe, û teknîk heyî û çekên kîmyewî êrîşî gerîla dike.”
Her wiha destnîşan kir ku ; “tişta dilgiran hevkariya PDK’ê ye û rê li ber dagirkeriyê vedike, her wiha bêdengiya aliyên din li hemberî dagirkerî û xiyanetê me hîn zêdetir aciz dike, ji ber vê yekê em wek ciwan amade ne ku ji bo parastina ax û gelê xwe heya nefesa xwe ya dawî têkoşîn bikin.”