DUSSELDORF – Çalakiya bîranînê ji bo gerîla Akîf Dogan (Mehmet Şîrîn Cebe) ku di 13’ê Çileya 2013’an de şehîd bûbû, Majda Nisêbîn (Zînet Dogan) a di Sibata 2016’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûbû û Akîf Yilmaz (Halîl Yilmaz) ê di 31’ê Kanûna 2020’an de li Serhedê şehîd bûbû hat organîzekirin
Di şexsê sê gerîlayan de hemû şehîdên azadiya Kurdistanê hatin bibîranîn. Bîranîna roja Şemiyê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.
Di bîranînê de biraziyê Akîf Dogan Heval Azîz, pismamê Majda Nisêbîn Heval Mûzaffer, pismamê Akîf Yilmaz Heval Oktay û li ser navê Komîsyona Malbatên Şehîdan a KOMAW’ê Heval Fatma û siyasetmedara Kurd Leyla Îmret axaftin kirin.
Siyasetmedara Kurd Leyla Îmret a tevlî bîranînê bibû di axaftina xwe de piştî bîranîna şehîdan, êrîşên nû yên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a 17’ê Nîsanê bi hevkariya PDK’ê li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dayî destpêkirin nirxand.
Îmret got, “Armanca wan tunekirina destkeftiyên Kurdan e.”
Îmret her wiha destnîşan kir, “Erkê me ew e ku em van polîtîkayan di serî de civaka Kurd, ji gelan re vebêjin” û wiha pêde çû, “Em tenê bi parastina nirxên şehîdên xwe dikarin layiqî şehîdan bin. Yên ku êrîşî nirxên ku şehîdên me afirandine dikin, wê pêşî me li hemberî xwe bibînin.”
Îmret bertek nîşanî zêdekirina binpêkirinên kêfî û sîstematîk ên li girtîgehan da û diyar kir, “Gelek hevalên me tevî ku dema girtina wan qediyaye jî hê dîl tên girtin, rastî êşkence û polîtîkayên sirgûnê tên.”
Siyasetmedar Îmret di dewamê de got, “Zindan li berxwe dide, gel li berxwe dide, gerîla li berxwe dide. Faşîzma ku nikare xwe li ber vê yekê bigire, tecrîdê girantir dike, çekên kîmyewî bikar tîne, serî li her cure binpêkirinên hiqûqî û sûcên şer dide.
Piştî axaftinan sînevîzyona li ser jiyan û têkoşîna her sê şehîdan hate nîşandan.
Piştî bîranînê ku bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû, xwarina fitarê hat dayîn. Di çalakiyê de her wiha banga tevlîbûna xurt a meşa navendî ya 30’ê Nîsanê ya li Dusseldorfê hate kirin.