NAVENDA NÛÇEYAN – Dewleta Tirk a dagirker dixwaze kîjan herêman dagirbike, armanc çiye û çend kêlometre ketiye nav xaka Başûr? PDK çawa tevlî şer dibe û rola wê çiye? Gerîla çawa bersiva êrişê dide? Bersiva van hemû pirsan wê di vê rapora me de ye.
Piştî sala 2015’an dewleta Tirk a dagirker bi pêşengiya AKP-MHP’ê ji bo berfirehkirina dagirkeriya xwe stratejiyek nû derxist. Divê çarçoveyê de armanc zindîkirina Mîsaqî Milî standina herêmên wê demê dibin destê Împaratoriya Osmaniyan de hatibûn dagirkirin e. Beşek sereke ya vê dagirkeriyê jî, xaka Kurdistanê ye, bi taybet jî Başûr û Rojavayê Kurdistanê.
Yanî ji Herêma Xakurkê, heya digihe Avaşîn, Zap, Heftenîn, ev jî plana dagirkirina bi sedan kêlometre ji Başûr, Bakur heya digihe Rojavayê Kurdistan û Suriyeyê. Herwiha bi kûrahiya 50-60 kêlometre ketina nav xaka Başûrê Kurdistanê.
Dewleta Tirk a dagirker vê carê di 17’ê Nîsanê de ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê dest bi êrişek berfireh kir. Armanca êrişê, sêgoşeya Iraq, Îran û Suriyeyê ye ku her çar parçeyên Kurdistanê bi hev ve dide girêdane. Bi vê êrişê Zap, Metîn û Avaşîn kiriye hedef, ji ber ku ev sê herêm sêgoşeyên stratejîkin û Kelaşîn bi Heftanînê ve dide girêdan.
Derengiya şeva 17’ê Nîsanê dewleta Tirk a dagirker ji bejahî, ji milê herêma Melaxeta û Serzîrî ve êrişî nav xaka Başûr kir, bi helîkopteran jî xwest leşkerên xwe li Zap, Avaşîn dane. Lê ne li benda bersiva gerîlayan bû, gerîlayên azadiyê li benda êrişê bûn, ji bo wê jî amadekariyên xwe kiribûn. Ji bo vê artêşa Tirk a dagirker dikeve kemîna gerîla û gerîla ji hemû milan ve li leşkerên Tirk dixin. Artêşa Tirk bi hemû teknîka xwe ve êriş dike, lê bi sernakeve, ji bo wê jî bi neçar dimîne paşve bikêşe û cenazeyên leşkerên xwe bicih dihêle.
Piştî wê dewleta Tirk a dagirker ji baregehên xwe yên nav xaka Başûrê Kurdistanê, Amêdiyê, Bamernê, Dêrelok û Batufa ku dikevin herêma PDK’ê hêzek zêde ji bo Zapê dixe nava liv û tevgerê. Li gorî agahiyên ketine destê ajansa ROJNEWS, hêzên PDK’ê heya herêma şer, parastina leşkerên Tirk kirine.
Li herêmên Avaşîn û Zapê, gerîlayên azadiyê dijî dagirkeran berxwedanek bêhempa nîşandan, bi taybetî li Mam Reşo, Avaşîn, Şikefta Birîndaran, Çiyayê Reş ê Zapê, şerek giran dewam dike û heya niha jî dewleta Tirk bi ti awayî nekariye baregehên xwe bide avakirin.
Dewleta Tirk a dagirker di sala 2021’an de plan dikir hemû girên bilind û herêmên ser sînorê Başûr û Bakurê Kurdistanê heya Avaşîn û Zapê dagir bikin. Lê li Avaşîn taybet jî herêma Aris Faris (Mam Reşo) şikest. Armanca êrişa vê carê, dagirkirina çemê Basya heya Zapê bû. Çemê Basya Behdînan û soran ji hev cûda dike, ji aliyê Rojhilat ve Mêrgesor û Barzane, ji aliyê Rojava jî Behdînan û Amêdiye. Avaşîn tekane herêm bu ku dewleta Tirk a dagirker di 5 salên borî de nekariye baregehek têde bide avakirin.
Vê carê plan dikir ku 2 baregeh li Avaşîn ava bike, bi hemû hêza xwe hewl da, lê binket. Ji ber vê jî çekên kîmyayî bikaranî. Ji bilî vê dixwaze 2 baregehên din li Zapê dane. Dixwaze baregehek jî li ser Kurejehro ava bike.
Yek ji armanca sereke ya dewleta Tirk, girtina lutkeya Kurejehro ya li Şêladizê ye. Ev der nêzî niştecihbûna gundên li herêmê ye. Dewleta tirk di roja xwe ya sêyem de, bi dijwarî êrişî Kurejehro kir. Bi balafir, dron û hemû teknîka xwe êriş kir, wisan êriş kir xelkê li herêmê wê şevê nekarî ji ber dengê êrişê xew bike.
Ev şer heya danê siharê bi dijwarî dewam kir, danê siharê di saet 06:00’an de şer rawestiya, di wê demê de 8 helîkopterên artêşa Tirk çûn heman herêmê û dixwestin leşkeran li wê herêmê danin. Lê nekarî, heya danê nîvor, tevî balafir, drone û alîkariya PDK’ê jî nekarî leşker dane. Piştî wê leşkerên Tirk bi wesayîtên zirxî û karwanek zêde ya asayîşa PDK’ê bi leşkerên Tirk re di nava Şêladizê de diçin baregeha Sîrê.
Heman êvarî, leşkerên Tirk li çiyayê Kurejehro hatin dîtin, xelkê Şêladizê bi dorbînan leşkerên Tirk dîtin. Ev jî derxist holê ku leşkerên Tirk dibin parastina hêzên PDK’ê de ji bo dagirkirina Kurejehro çûbûn.
HPG’ê derbarê şerê li Kurejehro da diyarkir ku dema dagirker dixwestin bicih bibin, ji dû aliyan ve çalakî dijî wan hate kirin û zêdetirî 9 dagirker hatin kuştin. Herwiha li girê Şehîd Şemdîn ji sê aliyan ve êrişî dagirkeran hate kirin û 8 dagirker hatin kuştin. Di şeva 20’ê Nîsanê de dagirkerên Tirk li çiyayê Kurejehro bi alîkariya PDK’ê karîn leşkerên xwe rizgar bikin û bi helîkopteran leşkeran rakirin.
Herwiha yek ji Fermandarê NPG’ê Amed Melazgirt axivî û got; “Leşkerên Tirk ji xeta Başûr milê Şêladizê ve hatin Kurejahro. Ji baregeha Sîrê ya ser bi Şêladizê bi alîkariya kontra û kirêgiran, li 3 cihên Kurejehro leşker hatin danîn.”
Ev herêm 19 kêlometre ji xaka Tirkiyeyê dure, yanî dewleta Tirk a dagirker 19 kêlometre ketiye nav xaka Herêma Kurdistanê. Lê heya niha dagirkeran nekariye ti baregeh ava bikin.
Ya ku di 5 salên borî de hatî dîtin eve, stratejiya dewleta Tirk wihaye, biçe kîjan herêmê destpêkê çend baregehan didêne, piştre baregehên mezin ava dike. Piştî wê jî hemû herêmê jî ji dar, şînatî paqij dike. Rêyên nû çêdike, baregehên xwe bi hev ve dide girêdan. Cihê herî asê ji bo wan Kurejahro ye, ji ber ku dolek gelek kûr û mezine. Ji bo wê jî dibe ku hew bidin bi rêya tunelan xwe bigihînin Kurejahro.
Armanca Tirkiyeyê
Rojnamevan û çavdêrê siyasî Kemal Rauf di hevpeyvînek xwe ya bi ROJNEWS re behsa armanca êrîşa dewleta Tirk kiribû û gotibû; “Armanca êrişê berfirehkirina dagirkeriyê ye, dixwaze bi kûrahî bikeve nav xaka Başûrê Kurdistanê û venegere.”
Herwiha mamostayê zanîngeha Selahedîn Dr. Kameran Mentik jî li ser armanca êrişî gotibû; “Armanca dewleta Tirk zindîkirina împaratoriya Osmanî û dagirkirina herêmên wîlayeta Musile. Bi vê re jî Başûrê Kurdistan dikeve ser Tikiryeyê.”
Herwiha li gorî çavdêrê siyasî Aram Hacî jî; “Tirkiye niha dixwaza herêma dagirkirî ava bike. Dixwaze hemû deriyan li ser gerîla bigre, bi Şengalê ve. Eger di warê leşkerî de nekare jî, diwarê aborî de hewl dide. Lihevkirina neftê ya bi herêmê, plana B ye, lê ji bo wî wiha naçe serî.”
Çavkanî: ROJNEWS