NAVENDA NÛÇEYAN – Li gorî nûçeya Rojnewsê, serfermandarê artêşa Iraqê Ebdulemîr Yarallah û cîgirê operasyonên hevbeş Ebdulemîr El-Şemerî li gel alîkarê serfermandarê artêşê yê operasyonan, fermandarê hêzên bejahî, berpirsê îstixbarata leşkerî û gelek fermandarên ewlehiyê, vê sibê gihaştin Şengalê.
Çavkaniyeke ewlehiyê ji Ronewsê re ragihand ku serdan ji bo kontrolkirina baregehên leşkerî, rewşa ewlehiyê û kar û xebata îstixbarata pêk hatiye.
Hikumeta Mistefa Kazimî bi hevbeşiya PDK`ê û dewleta Tirk a dagirker hewl didin peymana 9`ê Cotmehê ya bi armanca têkbirina Rêveberiya Xweser a Demorkatîk a Şengalê, pêk bînin.