MÊRSÎLYA – Di çarçoveya hemleya Werin Cenga Azadiyê de, ciwanên têkoşer ên Tevgera Ciwanên Şoreşger, ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a faşîst daketin qadan.
Êrîşên dagirkeriyê yên ji 17’ê Nîsanê ve li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê hatine destpêkirin hê jî didomin. Ji ber ku KT ya faşîst weke ku dixwest nekarî encam bigire, dest bi bikaranîna gazên kîmyewî kir.
Aktîvîstên TCŞ’ê li Meydana Belle De Maî ya Marsîlyayê meşek li dar xistin. Ciwanên ku di çalakiyê de gelek dirûşm berz kirin, herî dawî bi daxuyeniyekê çalakiya xwe bi dawî kirin.