NAVENDA NÛÇEYAN – Hejmara sêyemîn a Kovara Jinên Ciwan a Yurtsever derket. Hejmara Gulan-Hezîranê ya kovarê ku weke kovareke înternetê weşana xwe didomîne, bi dirûşma “Cewhera Sosyalîzmê Têkoşîna Kedê ye” derket. Derketina hejmara 3. a kovarê wiha hat ragihandin;
“Hejmara sêyemîn a Kovara Yurtsever Genç Kadın bi xwendevanên xwe re dicive. Hejmara Gulan-Hezîranê ya kovara Yurtsever Genç Kadın ku du mehan carekê bi şîara “Jin her der çavkaniya jiyanê ye” derdikeve.
Ev hejmara kovarê bi şîara “Cewhera Sosyalîzmê Têkoşîna Kedê ye” derketiye holê. Di kovarê de ji 1’ê Gulanê heta 30’ê Hezîranê gelek mijarên taybet hene, di vê hejmara kovarê de behsa Şehîdên meha Gulanê jî tê kirin.
Edîtorên kovarê ji bo we ev amade kirine;
- Perspektîfa Rêbertiyê
- Perspektîfa Jinên Ciwan
- ‘Fêmkirin û Ronahîkirina Jiyanê’
- Dosyaya bi navê ‘PKK Partiya Karker û Kedkaran e’
- Portre
- Bi şehîdan re diyalog
- Jina Ciwan a Welatparêz
- Ji Pênûsa Gerîla
- Jina Berxwedan
- Huner û çand
- Têgîn
- Mizah
Di dema amadekirina gotarên xwe de, xebatên li ser Şehîdên meha Gulanê jî kirin.
Kovara ‘Jinên Ciwan ên Welatparêz’ bixwînin, bidin xwandin û bi ruhê jinên ciwan berxwedanê bigihînin serkeftinê.”
https://www.jinenciwan6.xyz/2022/04/30/yurtsever-genc-kadin-dergisi-3uncu-sayisi-mayis-haziran/
https://www.yumpu.com/s/d4MOGEBblCvRNHtm
https://t.me/yurtsevergenckadin