QAMIŞLO – Tevgera Ciwanên Şoreşger bê navber çalakiyên xwe yên ji bo piştgirîdayîna gerîla didomînin.
Rêzeçalakiyên ciwanên şoreşger berdewamin Tevgera ciwanên şoreşger bi armanca geşkirina rihê seferberiyê li bajarê Qamişlo moralek li darxistin, ev moral jî ji aliyê komîteya çand û hunera ciwanên şorreşger ve pêk hat. Ciwanan bi stranên şoreşgerî morala xwe destpêkirin bi sloganan bi dawî kirin. Ciwan li nava kolanan geriyan û bi siloganên Bijî berxwedana gerîla ketin nava kolanan de.
Di heman demê de ev çalakî jî di çarçoveya seferberiya ku ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve hatî îlan kirin de hate li darxistin.