NAVENDA NÛÇEYAN – Dewleta Tirk a dagirker û hevkarê wê PDK’ê di 17’ê Nîsana 2022’an de li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê êrîşek dagirkeriyê da bûn destpêkirin, lê gerîla derbên giran li wan xist û ew di cihê xwe de matmayî hêştibûn.
Di dema ku bi sedan leşker û çeteyên dewleta Tirk a dagirker dimirin, PDK’ê boriyên oksîjenê yên ku wê biçe ser gerîlayan digire û rê li ber dewleta Tirk vedike. Ev rewşa ku PDK tê de ye, tenê wek alîkarî û piştgirîyê binav dike. Mesrûr Barzanî ku pêşengiya êrîşên îxanet û dagirkeriyê kir got, “Em ê PKK’ê bê nefes bihêlin.” Zimanê ku PDK’ê bikartîne zimanê dewleta Tirk derbas nake, ji dewleta Tirk fêrî siyasetê bûye.
Em vê yekê ji we re dibêjin û diyar bikin, ji ber ku niha emê ji we re nivîseke medyaya dewleta Tirk a alîgir bikin, ku bi zelalî dibêje êrîşên dagirkeriyê bi PDK’ê re hatine kirin.
Beşa nûçeya li ser malbata Barzanî ya xayîn wiha ye;
“PIŞTGIYA BARZANÎ HAT GIRTIN”
Bi Barzanî re têkilî danî, piştgiriya wî hat kirin. Di hevdîtina Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Barzanî da jî ev mijar hat gotûbêjkirin. Niha jî hêzên Barzanî li wê deverê rê li ber derbasbûna terorîstên ku ji jêr de, yanî ber bi herêma PDKê reviyane, digrin.”
Di vê nûçeya ku hatiye weşandin de, xiyaneta Barzanîyan bi zelalî tê xuya kirin. Her çendî hewl dan êrîşên dagirkeriyê di çapemeniya xwe de veşêrin jî, malbata Barzanî ku dijminatiya gelê Kurd û gelên Kurdistanê dikir, careke din li ber çavên gelê Kurd derket holê.
Dayika aştiyê ku di destpêka êrîşên dagirkeriyê de axivî, ev tişt anî ziman; “Çawa ku sultanî ji bav derbasî kur dibe, di malbata Barzanî de jî xiyanet ji bav derbasî kur dibe.”