NAVENDA NÛÇEYAN –
Di encama têkoşîna azadîxwaziya gelan, îro hemû pergalên desthilatdar ber bi hilweşînê ve diçin.Têkoşîna gelan zêdetir dibe. Mirov dikare bêje pergalên kedxwar ên ku li ser bingeha înkara hebûna nirxên mirovahiyê xwe ava kirine, êdî nikarin hebûna xwe berdewam bikin. Êdî asta têkoşîna gelên azadîxwaz bûye sedem ku di nav hemû gelan de hişyarî çê bibe.Wek ku tê zanîn guherîn mîna pêwîstiyeke jiyanî derketiye pêş. Bi taybet li hemû cîhanê û Rojhilata Navîn.Tê zanîn ku hemû pergalên desthilatdar li ser bingeha înkara hebûn û vîna jinan xwe ava kirine, avabûna hemû dewletên serdest bingeha wan a îdeolojîk zayendperestî ye.
Pergaleke zilamsalar in.Hebûn û nasnameya jinê înkar kirine.Pergalên ku li hemû cîhanê serwer bûne, bi taybet jî li Rojhilata Navîn vîn û hebûna jinê nas nakin. Yek ji sedema hilweşîna wan jî ew e ku di nav pergala xwe de jin fetisandine. Di demeke wiha de ku êdî têkoşîn ji bo guherandina pergalan bilind dibe, ji bo ku azadiya hemû gelan pêk bê, mirov dikare bêje ku bêyî pêşengtiya jinê nikarin encam bigrin. Di nav gelên Ereb de têkoşîna ku hate meşandin, bû sedema hilweşîna pergalên serdest. Lê belê nekarîn pergalekê saz bikin ku hemû civak bi azadî tê de bijîn.Sedemên vê jî hene.Yek sedem ew e ku di nav van têkoşînade rê nedan jinan. Dema behsa bizaveke demokratîk tê kirin, pêwîst e jin û ciwan jê re pêşengtî bikin. Di nav şoreşa gelên Ereb de, ji ber zihniyeta kesên têkoşer zayendperestî derbas nekiriye, rê nadin kujin rola xwe bileyîzin. Jinên di van welatan de jî xwe amade nekirine û nekarîn şoreşa demokratîk pêk bînin. Lewma hêzên ku nedemokratîk in, desthilatîgirtin destên xwe û niha di nav gelên Ereb de cardin têkoşîn li dijî pergala desthilatdar dewam dike.
Di Kurdistanê de rewş hîna cihêtir dibe. Ji ber şoreşa li Kurdistanê îlham daye hemû şoreşên gelan, bi taybet jî gelê Kurd nêzî qirneke ku her li ser lingan e û têdikoşe. Lê belê bi taybet têkoşîna ku di 35 salên dawî de tê meşandin bi pêşengtiya Tevgera Azadiyê,ji ber têkoşîna jinê xistiye navenda têkoşîna xwe û bi taybet jî jin û ciwan tê de mîsyona pêşengtiyê hilgirtine, vê şoreşê demokrasî û azadiya civakê misoger kiriye. Li ser vê bingehê, di her çar parçeyên Kurdistanê de asteke xurt a têkoşînê derketiye holê.Teyisîna vê têkoşînê di nav hemû gelê Kurd de tê dîtin. Bi taybet şoreşa azadiyê ya ku li Rojavayê Kurdistanê çêbûye, têkoşînek e ku jin jê re pêşengtî dikin. Têkoşîn bi felsefeya Rêber APO û bi pêşengtiya jin û ciwanan tê meşandin. Lewma jî gelê Kurd li Rojavayê welat karî di demeke kin de pergala xwe ya demokratîk li pir deveran ava bike. Bi pêşengtiya jinê re têkoşîna heyî bû sedem ku hêzên kevneperest -ku xwe wek hêzên mûxalîfê rejîmê nîşan didin, lê xwedî zihniyeteke desthilatdar û paşketî ne-deşîfre bibin.Di vê têkoşînê de ruxmî ku destketiyên mezin derketine hole, lê belê hîna têkoşîn berdewam dike, ji bo derbaskirina zihniyeta netewperest, kevneperest, paşverû, zayendparêz û antîdemokratîk hîna jî têkoşîn hewce dike.Herwiha ji bo avakirina pergaleke li ser bingeha zihniyeta demokratîk pêwîstî bi têkoşîneke hîna xurtir heye. Jin li Rojavayê welat roleke berçav dileyîzin, lê hîna li pêşiya wê erk û berpirsyariyên mezin jî hene.
Li bakurê Kurdistanê jî jin pêşengtiya têkoşînê dikin. Ji bo avakirina pergaleke xweser û bidestxistina mafên netewî û demokratîk jin di navenda têkoşînê de cih digrin. Heya têkoşîna azadiya jinê nebe, zihniyet demokratîk nabe. Wek ku Rêber APO jî dide diyarkirin:“Ji bo avakirina pergala netewa demokratîk, gerek dike ku zihniyeta zayendperest were derbaskirin.”Li Bakurê Kurdistanê têkoşîn gihîştiye hin encamên berbiçav, lê belê ji hêla rejîma faşîst a Tirk ve bi dijwarî jî êrîş têne kirin. Dewleta Tirkiyê di nava hemû cîhanê de yekemîn dewlet e ku bi hezaran jin ji ber dozên siyasî xistiye girtîgehan. Li Bakurê Kurdistanê, di hemû têkoşînên azadîxwaziyê, di qada leşkerî, siyasî û civakî de jin pêşengtî dikin. Têkoşîna azadiyê bûye xweliqkarê şoreşa civakî û biser ketiye.Bi taybet di warê şikandina zihniyeta zayendperest ku di malbata Kurd de hakim bû, nîşaneya serketina şoreşa demokratîk a gelê Kurd e.
Li Rojhilatê Kurdistanê bi pêşengtiya YJRK’ê (Yekîtiya Jinên Rojhilatê Kurdistanê) li dijî pergala serdest û olîgarşîk a Îranê berxwedaniyeke mezin tê meşandin. Bi taybet sala borî li beramberî êrîşên pir-alî yên rejîma Îranê, têkoşîna jinên Kurd peyameke xurt da zihniyeta serdest a rejîmê.Têkoşîna ku ji hêla jinên şoreşger ve di qada parastina rewa de hate meşandin, bû hêvî û bawerî ji bo gelê Kurd bi taybet jî gelê Rojhilatê Kurdistanê.
Başûrê Kurdistanê jî yek ji parçeyên girîng ên herêmê ye, Iraq bixwe jî yek ji navendên girîng tê hesab.Pir alozî, nakokî û tevlihevî di navbera hêzên desthilatdar de rû didin. Jixwe hêzên Rojavayî ji bo vir plan û projeyên taybet pêş dixin û her diçe jî ev rê li ber aloziyên mezin vedike.
Bi salan li vê axê bi awayeke tûj desthilatdariyeke dîktatorî hebû ku li ser tevahiya gelên Iraqî êrîşên mezin dida meşandin.Li beramberî vê zilmê, jinên Kurd li Başûrê welat ûjinên Ereb li Iraqê helwesteke wan a bêhevta hebû.Lê belê bizav û rêxistinên heyî ji ber nekarîn zihniyeta zilamsalar derbas bikin, nehiştin jin di nav têkoşînê de pêşengtiyeke xurt bikin. Lê ev nayê wê wateyê ku ked, têkoşîn û daxwaziyên jinê nînin. Gelek jin bi berdewamî di nav têkoşînê de cih girtin, bedelên giran dan. Heya îro jin li Başûrê Kurdistanê di nav berxwedanê de ye. Bitaybet Tevgera Azadiyê ya Jinên Kurd bûye sedem ku jinên Kurd li Başûrê Kurdistanê xwedî li mîrasa xwe ya dîrokî derbikevin. Di vê barê de jinên Kurd ji bo avakirina yekîtiya netewî zêdetir têgihîştî û berpirsyar tevdigerin, di vê çarçoveyê de xwedî hewldan in. Lê belê zihniyeta teng a partiyên heyî yên desthilatdar dikin ku vê hewldan û hêza jinê bi awayeke neyînî bandor bikin. Pêwîstîyan bi giştî pêşwazî nekê jî, hewldana jinan di astekê de pêşketiye û di avakirina yekîtiya netewî de pêşengtiyê dikin. Ji aliyê din ve ji bo ku di vê pêvajoyê de jina Kurd erka xwe bi cih bîne, pêdiviya rêxistinbûnê hîs kiriye.Li Başûrê Kurdistanê mafê netewî di her alî de nehatiye bidestxistin, hîna pirsgirêka netewî berdewam dike, destketiyên heyî nehatine misogerkirin.Di warê destûra bingehîn de mafê gelê Kurd bi awayê ku tê xwestin misoger nebûye.Herwiha mafê demokrasî û bihevre jiyana gelê Kurd û gelên Iraqî neketiye jêr ewlehiya destûra bingehîn.
Ji %45 erdnîgariya Başûrê Kurdistanê hîna girêdayî hukûmeta nawendî ya Iraqê ye. Niha jî her roj êrîşa hukûmeta desthilatdar a Malikî ji bo wan deran bi tevahî bigre bin destên xwe heye. Bi taybet di çarçoveya Operasyona Dîcle de dikin ku hêz û aliyên Kurd bêbandor bikin. Bêguman ev pirsgirêk li Xaneqîn, Kerkûk û Mendelî, Sediye, Celewla û Şengalê û hwd. berdewam e û heta li Mûsûl û Bexdayê cihê ku Kurd lê dijînrastî şîdetê tên. Gelê Kurd û gelên din li van deran her roj bi zext û zordestiyan re rûbirû tên. Rojane nûçeyên kuştina jin û zarokên Kurd tê. Ev tê wateya ku gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê di nav aloziyeke dijwar de ye. Ji bo derbaskirina vê rewşê pêwîstî heye ku zihniyetek demokratîk, bitaybet ji bo bidestxistina destketiyên netewî bê avakirin.Beriya her kesê jî rolê pêşengtiyê dikeve ser milê jina Kurd. Lê ji bo avakirina vîn û yekîtiyeke netewî û çareseriya pirsgirêkan pêdivî bi zihniyeteke azad û demokratîk heye. Ji ber ti destketî bêyî zihniyeteke demokratîk nayê parastin. Di vê mijarê de em, ji aliyekê vehukûmeta desthilatdar a Iraqê rexne dikin û li beramberî wan têdikoşin, lêji aliyê din ve jî pêwîst dike rastiya hêzên Başûrê Kurdistanê jî were dîtin. Bi awayeke radîkal werin rexnekirin.Ji ber ku hêzên Kurd hîna bi zihniyeteke kevneperest ku hevdu qebûl nakin, pêdiviya demokrasiyê nizanin tev digerin.Ji berjewendiya netewî bêtir li ser berjewendiyên malbatî û eşîrî nêzîk dibin. Zihniyeta wan di eksena berjewendiyên teng ên takekesî de ye. Di wan de nêrîna ‘bila kêm be, lê ya me be’ hakim e. Lê di mijarên hevbeş de ku pêwîst dike berjewendiya gelê Kurd were berçavkirin, ew nayên ba hev. Hêza ku bikaribe ji vê rewşê re çareseriyê pêş bixîne jin e. Zihniyeta eşîrtî, antîdemokratîk û paşverû dûrî cewhera jinê ye. Li cihê ku valatiya hebûna jinê hebe, li wir zihniyet bi vî awayî serdest dibe. Di nav van rêxistinan de jî ji ber ku jin nikare bi nasname, hebûn û vîna xwe tevlî bibe, wek ku tê xwestin guhertin û nûbûn çênabe. Di vê çarçoveyê de hewce dike ku jinên Kurd di demokratîzekirina zihniyetê de rolê xwe yê çalak bileyîzin. Ji bo hem destketiyên heyî werin parastin, hem jî demokratîk bibe, bi taybet jî li beramberî zihniyeta hakim helwest were dayîn, jina Kurd erkadar e. Jinên Kurd li Başûr gerek dike ku di siyasetê de tevlîbûneke xurt çêbikin. Astengiyên heyî derbas bikin. Ji bo yekîtî û jîna hevbeş bi hemû gelan re jî, jin zêdetir hestyar in. Lewma jî divê xwedî hewldan bin.Bi zihniyeteke demokratîk re bibin pêşenga civaka nû. Ya herî girîng jî nabe ku jin ji zihniyeta kevneperest a serdest bandor bibin, pêwîst dike di serî de bi xwebaweriyeke mezin bandorê li civakê bikin.
Hemû pirsgirêkên ku îro li Başûrê Kurdistanê hene, ango zihniyeta antîdemokratîk ku dinav hêzên serdest diteyîse, bandora xwe ya neyînî li parçeyên din ên Kurdistanê jî dike. Li Rojavayê Kurdistanê parçebûna ku dixwazin bi rêya hêzên çete -ku alîkarî ji dewletên derve, bitaybet jî Tirkiyê digrin- çêbikin, ji bo bigihîjin vê armancê hêzên Başûrê Kurdistanê jî bikar tînin. Dixwazin PDK’ê bixin nav vê lîstokê.Jixwe PDK jî heya cihekê tê de cih girtiye. Ev jî ji bo Kurdan, bitaybet heke jinên Kurd vê rastiyê bibînin, şermeke mezin e. Jinên Kurd di kîjan rêxistinê de bin,pêwîst e li beramberî vê komployê xwedî helwest binû vê rewşê nepejirin. Nehêlin ku ti rêxistina Kurd bi piştewaniya derve, êrîşê destketiyên parçeyeke din bikin. Di demên borî de jinên Kurd hem di warê komkirina alîkarî ji bo Rojavayê welat xebateke hêja meşandin, hem jî piştgîriyeke xurt dan destketiyên li wir. Lê pêwîst dike di asta pêşengtî de rol bigirin. Hêjayî gotinê ye ku mirov bêje jinên Kurd li Başûrê Kurdistanê li pêşberî hemû parçeyên Kurdistanê xwedî helwesteke baş in û di afirandina ruhê netewî de rengê xwe nîşan didin.
Têkoşîna azadiya jinên Kurd bi têkoşîna azadiya netewî re di nav hev de ye. Em çendî li dijî zayendperestiya zilamsalar têbikoşin, em çendî ji bo bidestxistina mafê jinê bi tevger bibin, ewqas jî têkoşîna ji bo mafê netewî bilind dibe. Em wek jin çiqas di têkoşîna azadiyê de bi rengê jinê tevlî bibin, bêtir dikarin li dijî zihniyeta zayendperest xwe bikin hêz. Em çendî di nav têkoşîna civakî de rol bileyîzin, dikarin civakê pêş bixin û demokratîk bikin. Têkoşîna me bi hev ve girêdayî ye.Jinên Kurd li Başûrê Kurdistanê xwedî erk in ku çend têkoşînan di nav hev de bidin meşandin. Hem têkoşîna azadiya jinê, hem jî têkoşîna demokrasî û ya netewî her sê jî hêz didin hev. Ji ber zihniyeta ku jinê diperçiqîne û tine dike, heman zihniyet pergala antîdemokratîk ferz dike. Jinê dikuje, wê dike qûrban. Di bin navê namûsê de her roj jinê tine dike, evheman zihniyete ku bi ruheke netewî tevnagere û xwedî roleke parçeker e, tenê ji bo berjewendiya xwe di nav hewldanê de ye. Zihniyeta ku jinê derveyî siyasetê dihêle, heman zihniyete ku nahêle demokrasî bicih bê. Di heman demê de heman zihniyete ku dibe sedem Kurd bibin qurbanê lîstokên hêzên derve.
Li başûrê Kurdistanê hêzên derve polîtîkayeke taybet didin meşandin û hêzên Kurd jî bûne pêlîstoka destên wan.Di encamasiyasetên cuda ku li ser Kurdistana Başûr tê meşandin, Kurd jî dibin beşek ji şer û nakokiyan.Ev jî nîşan dide ku Kurd careke din pratîk û ezmûna xwe ya berê dubare dikin.Hêzên Başûrî bi vîna xwe tevnagerin, hêz û vîna gelê Kurd esas nagirin.Lewma jî bi Kurdan didin wendakirin.Ev rewş, jiyanîbûna têkoşîna jinê destnîşan dike. Ji ber ku jin hertim bi hêza gel bawer in. Yên ku ji hêza xwe û gelê xwe bawer nakin, xwe disperin hêzên derve. Yên ku li ser bingeha kedxwarî, înkar û desthilatdariyê pergala xwe didin rûnişkandin, nikarin pirsgirêkên heyî çareser bikin. Lê têkîliya jinê bi ax, civak û nasnameya netewî re pir li pêş e, lewma jî dikare li beramberî van şaşitiyan têbikoşe. Di heman demê de jinçiqas xwe berpirsyar bibîne û tevger bibe, wê ewqasî çareseriya alozî û pirsgirêkan biafirîne.
Hemû parçeyên Kurdistanê bi pêşketin an jî bûyerên xwe yên neyînî ve li ser hev bandor dikin. Lewma jî hewce dike jinên Kurd li Başûrê Kurdistanê bi awayeke xurt tevlî têkoşîna siyasî ûdemokratîzekirina civakê bibin. Wiha jî wê bikaribin di avakirina pergala demokratîk a Kurdistanê de taybetmendiya xwe ya avaker çalak bikin.
Em wek gelê Kurd ji pêvajoyeke girîng derbas dibin. Erka ku dikeve ser milê me jinan erkeke dîrokî ye. Heke em erka xwe ya dîrokî bicih neyînin, wê demê em ê li pêşberî dîrokê tewanbar bimînin.Em bi têkoşînê dikarin ji gelê xwe re bibin hêvî û pêşerojên azad saz bikin.