LUZERN – 13. Festîvala Çand û Sporê ya Ciwanan a Hasan Kiziler îro danê sibê dest bi turnuvaya futbolê ya ciwanan kir.
Tûrnûvaya futbolê ya ciwanan di şexsê Şoreş Amed ê ku di Tebaxa 2019’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûbû, hat li darxistin.
Li qada ku Tûrnûvaya Futbolê lê tê li darxistin wêneyê Şehîd Şoreş Amed û pankartên têkildarî turnuvayê hatin daliqandin.
Turnuvayê piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna hemû şehîdên şoreşa Kurdistanê di şexsê Şoreş Amed de destpê kir.
Tûrnûvaya futbolê bi coşeke mezin destpêkir. Maç her yek ji bo 20 deqîqeyan têne lîstin. Di encama maçên ku îro hatin lîstin de dê tîma fînalîstê diyar bibe. Fînala wê di roja festîvalê ya 15ê Gulanê de bê li darxistin.