VIYANA – Di şeva 30’ê Nîsanê de ji bo 1’ê Gulanê li Viyanayê meşek ji aliyê ciwanên şoreşger ên Kurdistanê û ciwanên enternasyonalîst ve hat li darxistin. Xwepêşandana ku li navenda paytexta Awûstûrya Viyanayê pêk hat, li dijî şerê dagirkeriyê yê dewleta Tirk a faşîst, ku li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê daye destpêkirin bû, di heman demê de û beriya her tiştî ev meş li dijî bikaranîna çekên kîmyawî jî hate li darxsitin.
Xwepêşandêr ji bo balê bikişînin ser hevkariya YE û Tirkiyeyê li ber avahiya Yekîtiya Ewropayê rawestiyan. Çalakgeran li ser vê hevkariyê xwe bi boyaxa sor nîşan dan û nîşan dan ku xwîna gelê Kurd li ser destên wan e.
Bi çalakiya xwe dan xuyakirin, ku ew ê li bajarên Ewropayê mil bi mil bi berxwedana gerîla re têbikoşin û destûr nedin ku faşîzma Tirk di vî şerî de bi ser bikeve. Ji bo ku faşîzma li Tirkiyeyê û piştgirên wê yên li Ewropayê rawestînin soz dan ku bi hemû hêza xwe têkoşîn bikin.