NAVENDA NÛÇEYAN – Ji nameya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan…
Rêber Apo
Hogirên bi rûmet!
Gelê me yê bi rûmet!
Hevalên Jin! yê ku jiyanê her roj ji nûve di afrînin.
Rêhevalên min ciwan! yê ku di dilê xwe de agirê dozê diJîn;
Ez we silav dikim.
Di serî de yê ku bi deh hezaran hatine Amara û rojbûna min pîroz dikin. Ez silav dikim, şûkranên xwe pêşkeş dikim û hezkirinên xwe yê bê dawi dişînim.
di rojekî wisa de mizgîniya min ewe ku;
Giringiya vê rojê, ji rojbûna min ya şexsi zêdetir, ji nûve rojbûna gele kî ye. Ez dizanim ku, hun ji wisa fêhm dikin.
Dikevim şestûpênc salê xwe. Min tiştê ku ket li ser milê min pêkanî. Dor dora çalakiyê li ser milê gele. Hûrmet û xizmeta min ya mezin, ez difikirim ku piranî ji bo we pekaniye.
Edî peywir, ê we ye.
Bawer dikim ku we, vê peyvîre heta niha çawa pêk anî, ji vir pêve ji dê hûn bi layiqiî peywirên xwe pêkbînin.
Herkesê kû dibêje ez bi rûmetim. BANG DİKİM; dewlemend û xîzan, jin û mêr, cîwan û pîr nebêjin tevli pêvaji bibin û pêşbixin.
Herkes viya baş bizani be ku êdî jiyanekî cûda pêşbikeve. Hêvî dikim ku ev pêvajoya ku pêş dikeve da, dilopekî xwîn neyê rijandin. herkes bi eşq tevli pêvajoyê bibe. Kes bila kesê ne êşîne. Yê ku vê pêvajoyê pêşbixe gelê me ye û hemû gelên cîhanê ne.
Derbasbûna jinan ya jiyane rastî bi vê rojê we rast bi rast girêdayî ye. ji bo ku jinan re jiyane ki azad biafirîm, mijul bûm û hê ji mijul dibim.
Jin ji bo ku derfêt û pêşketinê jiyana azad derbixin holê xwedi hêzekî bê dawîne.
ez pir başim. Heya nefesa xwe ya dawî ji ez başbim.
Di vê bingehê de careke din bi baweriya xwe ya aştixwaz hemûkes û derdoran silav dikim.