NAVENDA NÛÇEYAN – Li gel zext û gefên navendên ewlekariyê, mamoste û karkeran li bajarên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê îro daketin kolanan û karkerên ji çînên din tevlî xwepêşandanên mamosteyan bûn. Bi taybetî li Sîna, Merîwan, Kirmaşan û Tehranê çalakî hatin lidarxistin.
Kedkarên perwerdeyê li ber saziyên perwerdeyê yên Kirmaşan, Sîne, Seqiz, Şîraz, Îsfehan, Kerec, Merîwan, Dehdest, Buşehr, Yezd, Nûrabad û Erdebîl kom bûn û daxwazên xwe qîriyan. Di çalakiyan de mamosteyên teqawitbûyî nehatin jibîrkirin, daxwaza başkirina mûçe û şertan jî hate kirin. Xwendekaran jî ji bo piştgiriyê bidin mamosteyên xwe cihê xwe di çalakiyan de girtin.
Hat zanîn dema hêzên rejîmê êrîşî çalakiya mamostayan a li Merîwan û Tehranê kirin, gelek welatî hatin binçavkirin.
Îro di nava dema xwepêşandanên mamosteyan û pîroz kirina 1’ê Gulanê de Rêjîma Îranê êrîşî wan kirî û hin kesên ku ji wan hatine girtin navên wan hate zanîn;
Mecîd Kerîmî
Fatma Kerîmî
Muxtar Eşadî
Raza Muradî
Selah Hecî Murad