NAVENDA NÛÇEYAN – Însiyatîfa Zarokên Agir diyar kirin ku li dijî zilma ku li Emîne Şenyaşar tê kirin, çalakiyên şewtandinê ên tolhildanê pêkanîn.
Daxuyaniya Însiyatîfa Zarokên Agir wiha ye;
Dagirkeriya Tirk ku ji Kurdan re roja cejnê jî nehiştine em ê wan di nav agir de bihêlin. Em Kurd pêwîste bizanin ku em çiqas ji dijmin tolê bigrin, emê ewqas cejnên azad qezenc bikin. Me Fabrîqaya Billas Lastîk ya li Bilecîk di serî de ji bo zilma ku li dayîka Emîne Şenyaşar tê kirin, da ber agir û destnîşan dikin ku em ê hîn zedetir bi hesab pirsînê cejna gelê xwe pîroz bikin. Em hemû welatparêzan dawet dikin ku li hember dagirkeriya Tirkan bikevin tevgerê û ji bo cejnên azad bi xwedî înîsiyatîf bibin û hemû bajarên Tirkan veguherînin dojehê.
Berferehiya Şewatan;
01.05.2022 Li Bilecîk Qada Organize Sanayi ya 1. de Fabrîqaya Billas ya Lastîk ji aliye Kurdên bi sonda tolhildanê ve hat şewitandin.