NAVENDA NÛÇEYAN – Di Kurdistanê de yek ji rojên herî zêde gelê me xistiyê nav xemgîniyê 2 Gulan a sala 1983’yê ye. Gelê Kurdistanê ku bi sedan salane ji aliyê hêzên cuda ve hatiyê parçekirin, bi şerê êşîrî û malbatî ve hatiye xetimandin û ji xizmeta parastina xwe ya cewherî hatî dûrxistin, yê ku di riya avakirina netewa demokratîk û avakirina yekbûyîna netew de di asta herî jor de hewildan raberkirî, şerê di navbera partiyan de astengkirî, sînga xwe kirî mertal rêheval Mehmet Karasûngûr.
Di roja 2’ê Gulanê de ji kadroyên tevgera azadiyê PKK’ê yên pêşeng û Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Mehmet Karasûngûr û Îbrahîm Bîlgînê şehîd ketin.
Di têkoşîna şoreşgerî de, rêheval Mehmet Karasûngûr Rêberê gel, endam û fermandarek bû. Di heman demê de mamoste û perwerdekarekî bû. Ji bo ku em bikarin wî fêmbikin û bidin jiyankirin pêwîste yekbûyîna netew, bilindkirina têkoşînê û ji bo zarokên Kurdan di welatê xwe de bi zimanê xwe perwerde bibînin têkoşîna wê were dayîn. Ji ber ku wî di vê rêyê de bi dildariyek mezin canê xwe feda kir.
Di milê hezkirina bi gelê xwe û mirovahiyê re rêheval Mehmet Karasûngûr mînaka herî xurt e. Yê ku disîplîna şoreşê, ya weke pola û dilnizimiya wê di keseyata xwe de şênberkirî rêheval Mehmet Karasûngûr; mamoste û perwerdekarek di milê hezkirina welat, hevaltî û mirovahiyê de di asta herî jor de bû.
Rêheval Karasûngûr di sala 1947’an de li gundê Darabî (Sütlüce) a navçeya Gêxî ya bajarê Çewlîkê (Bingöl) ji dayîk bûye. Dibistana seretayî li gundê xwe, ya navîn û amadeyî jî li Çewlîkê temam dike. Li Erzûrûmê Perwerdeya Endûstrî ya beşa Bîrkarî xilas dike. Di destpêkê de li Mereşê mamostetiyê dike, ji ber xebatên şoreşê derbasî Colemergê (Hakkari) dibe. Piştre mamostetiya xwe li bajarê Tirkiyeyê Gîresûn Şebînkarahîsarê dide berdewamkirin. Di pêvajoya darvekirina Denîz de tê binçavkirin û piştî eziyetek pir mezin tê berdan. Piştî wê derbasî Afyon û Enqereyê dibe. Sala 1975’an de tayînî dibistana Çewlîk ya amedeyî dibe. Çawa ku derbasî vê derê dibe derbasî Çewlîk TÖB-DER (Komela Piştevanî ya Yekgirtiya Hemû Mamosteyan) dibe û di avakirina wê de pêşengî dike û di rêveberiya wê de cihê xwe digire.
Li Çewlîkê dema erka xwe mamosteyî dikir naskirina wî bi Mehmet Hayrî Dûrmûş re çêdibe û li vir tevlî tevgera Apogerî dibe, wek kadroyê pêşeng cihê xwe di têkoşînê de digire. Di sala 1976’an de ji aliyê midûriyeta qereqola ve tê binçavkirin, di dema binçavkirinê de ji ber lêdana zêdê dikeve rewşa komayê (ser hişê çûyîn) û tê girtin.
Piştî ku 6 meha di zindanê de dimîne piştre tê berdan. Piştî ku dibe mamoste û tê tayînkirin dizewice û kurekî wî çedibe lê hîn zêdetir cihê xwe di têkoşînê de digire û gavek jê şûn de navêje. Dema ku dest bi têkoşîna şoreşgerî dike, dev ji mamostetiyê berdide. Ji bo bibe şoreşgerek tam qasî serê derziyê dudilî jiyan nekir. Plana ku li ser Curnê Reş-Sêweregê berê ji aliyê Rêber Apo ve hatî çêkirin, dema ku Halîl Çavgûn tê şehîd xistin, Rêber Apo ji bo têkoşîna Curnê Reş-Sêweregê dibêje: “Pêwîste cihê xwe di têkoşîna Curnê Reş de bigire û pêşengî bike!” Çawa ku vê talîmatê digire hevjîn û zarokê xwe dihêle û wek erkek sereke derbasî Hîlwanê (Curnê Reş) dibe. Di pêşengiya têkoşîna Hîlwanê de, di nava şeş mehan de, ne tenê binketina, nokerî êlperestiya Mala Suleymanan, di heman demê de dibe xwedî pratîka ku bingeha xwe disperê pergalekî vîna netewa demokratîk dide avakirin.
Salên 1978 û 1979’an, dagirkeriya Tirkiyeyê biryar dabû ku tevgerên şoreşgerî bi tamamî ji holê rake, lê belê di dîroka Kurdistanê de jî, salên biryargirtina avakirina partiya bû. Her çendî rewşên neyînî yên ku pir hêzan cihê xwe têde digirt hebûn jî, lê pêwîst bû di van salan de derketinên qehremanî çêbûbana. Ji bo ku derketinên bi vî awayî pêşbikeve pêwîstî bi rêber û şoreşgerên jidil hebû. Rêheval Mehmet Karasûngûr di vê pêvajoye de kesayetek wisa şoreşger bû. Wî di milê îlankirin PKK’ê û xeta partî derbasî jiyanê kirinê de dudiliyekî pir biçûkk jî jiyan nekir û di heman demê de di xetên herî pêş de erk girt û bi awayekî şoreşgerî pêkanîn, wek xebatekî herî bi şeref didît. Bi vî awayî erkê xwe ya, ji bo avakirina dîroka PKK’ê pêk anî.
Rêheval Karasûngûr di nivîseke xwe de wiha dide diyarkirin: “ Pêwîste Rêbertiya şoregerî ya li Bakur-Rojavayê Kurdistanê, bandor û erka wî ya li ser parçeyên din berçav were girtin û di dema xwe de tedbîr were girtin, li ser vê bingehê gel were perwerdekirin…”
Yê têkoşîna şoreşgerî ya PKK’ê li Bakurê Kurdistanê derbasî parçeyên din kirî rêheval Karasûngûr e, dide diyarkirin ku di van parçeyan de kesayetên ne şoreşger zirarên mezin didin Têkoşîna Rizgariya Kurdistanê û wiha dibêje: “… Rêveberiya bûrjuwa- gerdoyî ya ku Rojhilatê Kurdistanê tenê ne di qadên xwe de texrîbat çênekir, di heman demê de di parçeyên din de jî hin rêxistinên din ên bûrjuwa, bûrjuvaya biçûk jî girtin gel xwe û sînorên texrîbatê berfireh kirin. Bi çepgir – demokratên Ewrûpa re û bi paşverûyên herêmê re re ketin nav têkiliyan. Xwestin ku li hemû Kurdistanê, ji emperyalîzm û plangeriyên herî xayînane rê were vekin. Her çendî ev nêzîkatî û tevgerên wan hatin eşkerekirin û teşhîrkirin jî lê hê jî berdewam dike.”
Rêheval M. Karasûngûr, dema li Başûrê Kurdistanê bû dibejê rejîma Sedam lewazbûye û pêwîste ji vê sûd were girtin û wiha dibêje; “Niha li Başûrê Kurdistanê rewşa şerekî germ heye. Pêwîste yekîtiya di asta lewaz de were xurtkirin, tevgerên ku parçebûnê didin avakirin werin astengkirin, ji bo vê hewldan were dayîn. Di van mercên şer de, li ser axa Iraqê di navbera hêzên pêşketî û hêzên paşverû dane berhev, hewldidin ku her yek dijberê xwe ji holê rake. Di pêvajoyek wisa de her çendî were îdakirin ku, bingeha xwe ji tevger û fikrên rast digire jî lê tevger û fikrên ku xizmeta bilindkirina têkoşîna yekgirtinê neke pêwîste were zanîn ku wê zerarbide şoreşê.”
Çawa ku di wan rojan de nokertiyê zirar daye şoreşê, ji wê rojê heya roja me ziyana ku hatî dayîn tenê bi wê demê re sînordar nebû û hê jî di rewşa xwe ya ziyandayînê de ye û berdewam dike. Ji ber vê nokertiyê, netewek yekgirtî nehat avakirin û ji ber vê sedemê jî şoreşa Kurdistanê dirêj kir û xwe ji rewşa negihiştina serkeftina rizgar nekir.
Rêheval Mehmet Karasûngûr di 2’ê Gulana 1983’yan de bi armanca sazkirina yekîtiya netewî û dawî li şerê birakujiyê bîne bi rêhevalê xwe yê dozê Îbrahîm Bîlgîn re derbasî herêma Qendîl a Başûrê Kurdistanê dibe. Di dema ku Mehmet Karasûngûr bi hevalê xwe re di hevdîtinên çareseriyê de bû êrîşeke dijber ji aliyê PDK’ê ve tê ser biryargehê û her du heval li vir şehîd dikevin. PDK’ê ji wê dîrokê heya niha gelek şoreşger û ciwanên Kurdistanê dide şehîd xisitin, ji ber ku ew fikirên nijadperest û desthilat yên PDK’ê qebûl nakin.