ŞIRNEX – Girtiyê nexweş Naîf Îşçî ku di Girtîgeha Tîpa T a Xelatê tê ragirtin ji ber ku gotiye,’ez kurd im’ gefa mirinê lê hatiye xwarin. Îşçî, di hevdîtina heftane de ji malbata xwe re got: “Tiştek bi serê min were, kujerên min ev kes in.”
Ji girtiyên nexweş Naîf Îşçî di 2010’an de hêj di 14 saliya xwe de bi îdiayên “Propagandaya rêxistinê”, “Sûcê li ser navê rêxistinê” û “Bêyî destûrê bi kar anîna amûrên xeternak” hate binçavkirin û dagehê 24 sal cezayê girtîgehê lê birî. Beriya girtinê jî Îşçî qezaya trafîqê debas kiribû û platîn di lingê wî yê çepê de heye. Platîna di lingê Îşçî de diviyabû piştî 6 mehan bihata derxistin. Lê ji ber astengkirina tedawiyê, ev 11 sal in platîna di lingê Îşçî de nehatiye derxistin. Lingekê Îşçî dirêj dibê û yek jî kurt dimîne. Îşçî, niha li Girtîgeha Tîpa T a Xelat a Bedlîsê tê ragirtin û di hevdîtina telefonê ya vê hefteyê de qala binpêkirinên li girtîgehê ji malbata xwe re kir. Îşçî, da zanîn ku ji ber gotina “Ez kurd im”, gefa kuştinê lê hatiye xwarin.
Têkildarî naveroka hevdîtinê dayika Îşçî, Nebahat Îşçî da zanîn ku kurê wê du hefte berê li wê geriyaye û ev agahî dan: “Dengê wî nexweş dihat. Min sedema wê jê pirs kir lê got ‘ez baş im.’ Piştre ji xwîşka xwe re got; ‘Ev du carin gefa kuştinê li min tê xwarin.’ Dema me sedema wê jê pirs kirî jî wiha got; ‘Dema min dibin nexweşxaneyê, dîsa têxin odeya nexweşan. Li wir kesekî MHP’î heye. Vî kesî ji min pirsî û bê ka ez kurd im an na. Lê min ji ber hevalên xwe bersiv nedayê. Dema dîsa heman pirs ji min kirî jî min pirs kirî jî min got ez kurd in. Li ser vê yekê gefa kuştinê li min xwar. Divê hûn giliyê girtîgehê bikin û bila ÎHD û parêzer ser vê meseleyê bisekinin.’ Heqê wan nîne van tiştan bi serê zarokên me tînin.”
‘ÇI DIKIN BILA BIKIN EM KURD IN’
Bi domdarî Îşçî diyar kir ku girtî di nava çar dîwaran de şertên nebaş de dijîn û wiha domand: “Ne xwarina paqij û ne jî ava germ didin wan. Her cureyên zextê li wan dikin û nayên dermankirin. Ser re gefan jî lê dixwin. Lê çi dikin bila bikin dê zarokên me li hemberî wan serî netewînin. Em jî heta dawiyê bi zarokên xwe re ne. Heqê wan nîne ku gefan li zarokên me bixwin. Heke tiştek bi serê kurê min were, berpirsyar rêveberiya girtîgehê ye. Kurê min got; ‘heke tiştek bi serê min were, bizanin ku kujerên min ew in.’ Kurê min dema hatî girtin 14 salî bû û di lingê wî de platîn heye. Di mîdeyê wî de birîn çêbûne û çavên wî tarî dibin. Dibêje dema ji derencayan derdikeve zehmetiya dikêşe. Kurê min bêsûc û bêguneh bû. Heke tiştek bi serê kurê min were ez ê dinyayê bihejînim. Ji wê rojê ve xew naçe çavên min. Gardiyanan ji vî kesî re gotine; ‘tu çi bikî em ê piştgiriyê bidin te.’ Ev bû cara duyemîn ku gefan li kurê min dixwin. Ser re cezayê hevdîtinê yê mehekî lê birînê. Hûn çi bikin jî em kurd in. Xwedê em kurd dane û wî ev ziman da ye me. Çi dikin bila bikin dê nekarin vîna me bişikînin û bi zarokên me paşdegav bidin avêtin.”
BANGA HÊSTIYARIYÊ
Herî dawî jî Îşçî ev bang kir: “Bangawaziya min ji hemû malbatên girtiyan re ew e ku destê xwe bidin hev û li hemberî vê îşkenceyê bisekinin. Em naxwazin êdî cenaze girtîgehan derbikevin. Em van gefên li ser zarokên xwe qebûl nakin. Em heta mirinê bi zarokên xwe re ne. Em neynûka zarokên xwe nadin hemû dinyayê. Divê em xwedî li wan derbikevin. Pêwîst be divê hemû malbat li ber deriyên girtîgehan bikevin çalakiyê.”