NAVENDA NÛÇEYAN – Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan li navçeyên Şera û Şêrawa yên Efrîn a dagirkirî û Şehbayê çalakî pêk anîne.
Li gorî daxuyaniya HRE’yê bîlançoya van çalakiyan wiha ye:
“Li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ku her roj zêdetir dibin, çalakiyên bersivdayinê yên hêzên me dewam dikin. Di vê çarçoveyê de;
Roja 23’ê Nîsanê, li gundê Cilbirê yê navçeya Şêrawayê, li hember maşîneyek kar a çeteyên dagirker çalakiyek hate lidarxistin. Di encamê de ev maşîne hate rûxandin.
Heman rojê 2 çalakiyên sekvanî li pêşiya gundê Malikiyê hatin lidarxistin. Di wan her du çalakiyan de 2 çete hatin kuştin.
Roja 24’ê Nîsanê, hêzên me li pêşiya Bendava Şehbayê, li dijî baregeheke çeteyên dagirker çalakiyek li dar xistin. Di vê çalakiyê de 4 çete hatin kuştin, 2 jî birîndar bûn.
Heman rojê, di çalakiyeke sekvanî de ya li gundê Samûqa hate lidarxistin çeteyek hat kuştin.
Roja 30’ê Nîsanê, li gundê Kîmarê, hêzên me li hember baregeheke artêşa Tirk a dagirker çalakiyek serdagirtinê li dar xistin. Di encama vê çalakiyê de 7 dagirker hatin kuştin, gelek dagirker jî birîndar bûn. Hejmara birîndaran nehat zelalkirin. Di vê çalakiyê baregeh û çeperên dagirkeran hatin rûxandin. Her wiha 2 çekên AK-47 û hinek alavên teknîkî hatin desteserkirin.
Di encama wan çalakiyan de bi giştî; 14 dagirker hatin kuştin, herî kêm 2 dagirker jî birîndar bûn.”